Li bajarê turîzmê Tyredê jinên karsaz îlhamê didin

Sê jinên Lubnanî kafeya ku li bajarê turîzmê yê Tyredê vekiribûn, rûxmê hemû zehmetiyan karê xwe dimeşînin. Jinan anî ziman ku gelek caran rastî gotinên "Tu jin î, tu çawa karibî" hatine û gotin, "Divê jin ji bo xeyalên xwe têbikoşin."

ADIA JUMAA

Beyrûd – Li Lubnanê bajarê Tyre ku wek bajarê turîzmê tê nasîn 3 jinên ku hevalê hevdûne kafeyek ku bi navê Portekîzî tê wateya zexta mêşên hûngiv (Impresso Bee) vekirin. Bi vekirina vê kafeyê jin serxwebûna xwe ya aborî bi destxistine, li dijî zexta civakî berxwe didin. Jinên ku behsa zehmetiyên dikşînin kirin, amade ne ku ji bo bigihîjîn hedefa xwe gavên mezintir biavêjin.

‘Em bi rihê ekîb kar dikin’

Sarah Al-Muqali a 18 salî di destpêka axaftina xwe de got ku di zaroktiyê de xeyalê wê ew bû ku bibe bijîjîk û wiha berdevam kir: “Carna jiyan ji bo xwestekê me yê ku em dixwazin bi dest bixin nabe alîkar.” Sarah Al-Muqali di berdevamiyê de got ku her çendî ne bûye bijîjk jî di vê emrê ciwan de karsaz e, her wiha diyar kir ku li kafeyê tavla, santraç û leyîstokên zekayê pêş dixe heye û wiha pê de çû: “Me quncikek ji bo xwendinê ji çend romana pêk tê amade kiriye. Em rihê ekîb kar dikin. ev jî hêz dide me. Ez bawer dikim ku emê hîn bêhtir bigihêjin hedefên mezin. Divê hemû jin ji hevdû bawer bin û bawerî bidin hevdû. Em li civakek ku li ser zarokên keç zextê dide avakirin dijîn. Divê em li hember vê zextê rû bi rû werin û serî rakin.”

‘Divê jin ji bo pêkanîna xeyalên xwe têbikoşin’

Nahrawan Rifayî ya 26 salî, diyar kir ku ew berê li Zahleyê dijiya û wênegiriyê dikir, sedema hatina Tyre wiha got:

“Nêzî 3 sal berê ji bo hevalên xwe yê Sarah û Heba ziyaret bikim hatim bajarê Tyre. Em her difikirîn ku bi hev re kar bikin. Em aniha bûn hevkar. Ji ber ku Tyre bajarek turistiye me biryarda ku kafeyê vekin. Me dikan dît û dest bi amadekariyê kir. Me zehmetiyên pir mezin kişand ji bo ev karê ku hez dikin. Em bi gotinên mîna ‘hûn jin in nikarin vî karî bikin’ re rû bi rû hatin. Nehat qebûlkirin ku em derengiyê şev kar bikin. Lê me giştî derbas kir. Hemu jin ji bo ku bigihêjin xeyalên xwe divê têbikoşin.”

‘Em 3 jinên serbixwe ne’

Heba Al-Muqali a 25 salî ku werzîşvan e, got ew dixwazin bi kafeya ku vekirine îlhamê bidin jinan. Heba Al-Muqali bal kişand ser wê yekê ku jin hê jî di civakeke de weke hebûneke lawaz tê dîtin û wiha got: “Me xwest em ji jinan re bibin mînak. Amadekariyên kafeya me 8 meh berdewam kir. Em 3 jinên serbixwe ne. Em li bajarekî ji malbata xwe cuda dijîn. Me ev bajar hilbijart ji ber ku atmosfereke xweş heye û bala geştiyaran dikişîne. Me piştgiriyek mezin ji malbata xwe wergirt û vê yekê alîkariya me kir ku em xeyalên xwe pêk bînin."