Jinên ku mîrasa çandî ya Mexribê didomînin li benda piştgiriyê ne

Jinên destkar ên mîrasa çandî ya Mexribê didomînin, destnîşan kirin ku ji bo berhemên kevneşopî yên ku bi sebir û fedakariyê çêdikin bazarê nabînin û ji bihaya madeyên xam kêmtir pere qezenc dikin, diyar kirin ku li benda piştgiriyê ne.

RAJA KHAYRAT

Marakeş – Jinên destkar ên Mexribê, tevî ku piştgiriyê nagirin jî çêkirina berhemên destan ên kevneşopî berdewam dikin. Ruxmê ku jinên destkar, weke parazvanên çandê tên dîtin jî di dîtina bazarek a berhemên xwe û xwegihandina madeyên xam de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne. Jinên destkar, dixwazin tevkariya wan a ji bo mîrasa çandî bê dîtin û bên piştgirîkirin.

Seroka Kooperatîfa Al Gharza Atîqa Al-Mubarek û jinên destkar ên em der barê mijarê de bi wan re axivîn, diyar kirin ku ji bo di demek nêz de dawî li pergala kedxwariyê bê anîn divê jin bên piştgirîkirin.

Destkarên ku berhemên kevneşopî çêdikin nayên teşwîqkirin

Seroka Kooperatîfa Al Gharza Atîqa Al-Mubarek, destnîşan kir ku berhemên bi destan tên çêkirin li gorî berhemên febrîqayan xwedî ruh in û wiha got: “Jinên destkar bihayê ku heq dikin nabînin. Ji ber vê yekê zarokên keç eleqeyek nîşanî vê hunerê nadin. Hinek jin neçar mane dev ji yekane çavkaniya debara xwe berdin. Jinên destkar, ji sîgortaya tenduristiyê, qertên destkar an jî ji mafên mirovên ku di sektorên din de dixebitin bêpar in. Jin ji bo afirandina berhemeke hunerî demeke dirêj kedê didin lê dema berhem xilas dibe, tenê çend dîrhem qezenc dikin. Ev jî hilberîna berhemen nû yên jinan sînordar dike."

'Keda jinan tê xwarin’

Atîqa Al-Mubarek, destnişan kir ku ji bo geşedan û pêşketina geştiyarî ya bajarê Marakeşê ku bajarek geştiyarî ye divê jinên destkar bên piştgirîkirin û wiha got: “Mirovan ji bo supermarketan serdana bajar nakin. Ji bo dîtina hunerên kevneşopî yên bajêr didin danasîn, tên vê derê. Hinek mirov berhemên ku pir erzan dîstinin, li welatên din bi bihayên zêde difiroşin. Divê ev rewş were kontrolkirin. Keda jinan ji aliyê van bazirganan ve tê xwarin.”

'Jin ji bo berhemên xwe zehmetiyên bazar û madeya xam dikşînin’

Destkar Zahîra Al-Kaddarî, da zanîn ku jinên destkar madeyên xam bi teqsîdan dikirin û da zanîn ku bi taybetî jî jinên li gundan dijîn di avakirina bazareke ji bo berhemên xwe û peydakirina madeyên xam de zehmetiyên pir cidî dikşînin. Zahîra Al-Kaddarî, diyar kir ku hinek bi krediyên mîkro dikarin makîne bistînin.

'Divê jin li gorî hewldanên xwe bên piştgirîkirin’

Destkar Malîka Hadhem, destnîşan kir ku berhemên destan li hemberî makîneyan kêm dibe û da zanîn ku berhemên makîneyan kêmkalîte û ne çandî ne. Malîka Hachem, diyar kir ku ji ber bihayên berhemên makîneyan li gorî berhemên destan kêm e, mirov zêdetir berhemên makîneyan dikirin û anî ziman ku ji ber jin berhemên xwe nafiroşin nikarin berhemen nû hilberînin. Malîka Hadhem, destnîşan kir ku divê jin li gorî hewldanên ku ji bo pêşxistina çanda Mexribê didin, bên piştgirîkirin.

'Komeleyan kedxwariyê kêm kirin lê ji holê ranekirin’

Destkar Asya Camel diyar kir ku li hev kombûna jinên destkar di kooperatîf û komeleyan de, ji bo bidawîanîna kedxwariya ku dijîn piştgiriyek mezin e û da zanîn ku ji bo ev pirsgirêk bi tevahî ji holê rabibin ne têrker e. Asya Camel, diyar kir jinên bi fedakarî û sebreke mezin dixebitin, neçar dimînin berhemên xwe bi pereyê gelek kêm ku nikarin pê madeya xam a berhemên bistînin bifiroşin û ev yek jî ji bo wan pir zehmet e.