Sewalkariya ku bi zarokatî hîn bûn bû çavkaniya debara wan

Jinên li gundê Al-Mustariha ya girêdayî kantona Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sewalkariya ku hîn di zarokatiya xwe de fêr bûne debara xwe dikin.

SÎLVA Al-ÎBRAHÎM

Minbic – Li kantona Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sewalkarî yek ji çavkaniyên herî girîng a debarê ye. Jinên li gundewaran dijîn jî bi sewalkariyê him debara xwe dikin him jî têkiliya xwe ya bi xwezayê re bihêz dikin.

Saada Al-Cassim a 40 salî ku li gundê Al-Mustariha ya kantona Minbicê çêlek û mirîşkan xwedî dike bi berhemên ku hilberîna wê dike debara xwe dike. Saada Al-Cassim a ku sewalkariyê weke parçeyek ji jiyana xwe ya gund dibîne got, “Ez ji zarokatiya xwe ve sewalan xwedî dikim. Dayika min jî sewalan xwedî dikir. Di warê mêyzekirina sewalan de bûm xwedî gelek ezmûnan.”

Bi penêrên çêdike debara xwe dike

Saada Al-Cassim a anî ziman ku ew ji şîrê çêlekên ku xwedî dike penêran çêdike û debara xwe pê dike, destnîşan kir ku bi vê yekê him pêdiviyên xwe yê penêr pêk tîne û him jî bi firotinê aboriya xwe bidest dixe. Saada Al-Cassim got ku ew di heman demê de zibilê sewalan weke alternatîfa êzing û sotemeniyê bikar tînin û got: “Havînan em çêlekan diçêrînin. Zivistanê jî ka û êm tînin.”

‘Ez xwedîkirina sêwalan fêrî keça xwe dikim’

Saada Al-Cassim anî ziman ku sewalkarî dihêle ku têkiliyê wan a bi xwezayê re bihêz bibe û wiha axivî: “Ji ber ku ez fêrî jiyana li gund bûme nikarim li bajaran bijîm. Ez sewalan hez dikim, tu zirarê wan ji bo mirovan nîne. Mirov çiqas li wan binihêre ewqasî bersiva wê dibîne.” Saada Al-Cassim destnîşan kir ku ew xwedîkirina sewalan fêrî keça xwe jî dike û got: “Ji ber ku heya li gund bijî ev ji bo wê neçarî ye.”

‘Ger sewalan xwedî nekin nikarin jiyana xwe ya rojane birêve bibin’

Fatima Al-Awnat a 30 salî ku li heman gundê dijî jî sewalkariyê dike. Fatima Al-Awnat anî ziman ku jinên li gund hê di zarokatiya xwe de fêrî xwedîkirina sewalan dibin û got: “Kesên li gund bê ku sewalan xwedî bikin nikarin jiyana xwe birêve bibin. Ji ber ku bi şîr û penêr debara xwe dikin.” Fatima Al-Awnat ya got ku ji 9 zêdetir pez û 2 çêlekên wê hene wiha axivî: “Ez bi firotina berhemên ku ji van sewalan bidest dixim hewl didim têra xwe bikim.”

Fatima Al-Awnat da zanîn ew li govan dikarin li çêlekan binêrin lê ji bo pezên xwe neçarin wan bibin erdên guncav ên bi awayekê têr êm pêyda bikin. Fatima Al-Awnat a bal kişand ser ferqa di navbera çêlek û pez wiha got: “Berhemên pez ji yên çêlekan hê çêtir e û bê bêhtir tên xwestin. Buhayên wan zêde ye. Her wiha hiriyê pez jî di çêkirina xalîçe ango doşekan de tê bikar anîn.”