Kooperatîfên çandiniyê li Til Temirê xebatên xwe didomînin

Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star ya navçeya Til Temirê Zehra Mihemed pêvajoya ku projeyên çandiniyê yên îsal gihîştinê de nirxand û got ku jin bi kooperatîfên çandiniyê dikarin çareyekê ji krîza aborî re bibînin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star li navçeya Til Temira Kantona Cizîrê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî pêwîstiyên herêmê û derfetên komîteyê 12 koopratîf ava kirine, 3 kooperatîfên firinên nanê sêlê û 9 jî koopratîfên çandiniyê ne. Ji 12 koopratîfan zêdetirî 35 jin û malbat sûdê digrin û aboriyeke komînal bi hev re bi pêş dixin. Rûbarên erdên çandiniyê yên Aboriya Jin 5 hezar û 326 donim e, hezar û 900 donimê jê çandî ye 130 genim û hezar û 770 jî ceh e, 2 kooperatîf jê avî ne û 7 bejî ne.

Li ser koopratîfên çandiniyê îsal rêjeya serkeftin û zehmetiyên wê rêvebera komîteya Aboriya Jin a Til Temirê Zehra Mihemed axivî.

Zehra Mihemed di destpêkê de balkişand ser erdên ku ceh li dora Çiyayê Kizwanan hatiye çandin û wiha behsa rêjeya wê kir: "Erdên girêdayî Aboriya Jin ji hev cuda ne û her parçeyek li deverekê ye. Cehê bejî ku li dora Çiyayê Kizwanan hatiye çandin, rêjeya serkeftina wê kêm e. Sedema xwe jî vedigere barana kêm a ku îsal li ser vê herêmê barî ye. Lê rûberên din yên li gundê Til Şinan û Şetî a Çiyayê Kizwanan rêjeya serkeftina wê baştir e."

'Cihê ku jin lê kêm bin malbat di koopratîfan de cih digrin'

Zehra Mihemed malbatên ji projeyan sûdê digrin bi bîr xist û got: "Armanca me ew e ku em derfetên kar ji jin û malbatan re peyda bikin û aboriya herêmê geş bikin. Li gorî sîstema komîteya aboriya jin em dikarin her 100 donim erd bidin malbatekê biçîne û jê sûdê bigre yan jî bikin kooperatîf. Ji ber ku li hinek deveran komîn dûrî hev in û bandorê li rêjeya jinan di kooperatîfan de dibe, li şûna wê em girîngiyê didin malbatên nêzî van zeviyan, da ku erd her berhem bide."

'Jin bi îsrar in projeyan bi ser bixin'

Zehra Mihemed da zanîn ku herêma wan bi krîzeke aborî, dorpêç û êrîşan re rûbirû ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Krîza aborî û dorpêça li ser herêma me di aliyê bazirganiyê de bandorê di asta yekem de li jinan dike, di vir de dema ku li hinek deveran baran baş nebare rêjeya serkeftina koopratîfên çandiniyê qels dibe, wisa jî bandorê li derûniya wê dibe. Lê ruxmî van hemû zor û zehmetiyên derûnî û fêzîkî de jin careke din hewldanan dike ku projeyên baştir pêş bixe. Mînaka wê jî rûberên gundê Til Şinan yên ku dikeve xeta agir de, ruxmî xeteriya wê ya ku bi dewleta Tirk û Meclisa Leşkerî a Til Temirê re dikeve xeta agir de, lê di wir de jin bi îsrar in ku li wir projeyên çandiniyê pêşbixin û bersivekê bidin dijminê xwe."

'Piştgiriya bikaranîna enerjiya rojê û aktîfkirina bîrên avê yek ji planên demên pêş e'

Zehra Mihemed ji bo serkeftina projeyên çandiniyê yên bejî pilanên xwe yê demê pêş de wiha rêz kir û got: "Herî kêm ji bo çandiniya bejî wê 3 bîrên avê ji bo avdana 600 donim rûbera ji gundê Til Şinan, werin aktîvkirin û wiha wê rêjeya serkeftina koopratîfê baştir bibe, ji ber ji bejî dê bibe avî. Ji ber em di kirîzeke aborî li giştî welat dijî û dewleta Tirk a dagirker binesaziya herêmê, bîrên betrolê û ceyrana me hedef digre pêwîstî bi hin tedbîran hebû. Ji bo bikaranîna enerjiya rojê jî piştgiriyê bidin jin û malbatan. Ji lewra girîng e em planên dagirkerên Tirk di warê zeyîfkirina serkeftina projeyên çandiniyê de, vala derbixînin."

Amadekariyên pêşxistina projeyên nû

Zehra Mihemed bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Di asta yekem de em pêşxistina Aboriya Jin armanc dikin ku jin bikaribin bi xwe projeyan çêbikin û hestên serkeftina wê bijîn. Her wiha girîng e ku êdî aboriyeke jinan a xweser hebe, bêyî ku hewcedarî mêr bin bikaribin debara xwe bikin. Sala nû jî em ê bi projeyên çandiniyê bidomînin, berhema ku em ji erdên xwe rakin dê du qatê salên borî be. Divê jin bi vê hêviyê bijîn ku werza nû ji salê em ê bi ser bikevin û projeyên nû bi pêş bixin.