Piştî zehmetiyên kişand bû yekem jina ku li Reqayê karê emlakê dike

Yekem jina ku li Reqayê karê emlakê dike Nur Al-Sanagh diyar kir ku dema li maleke kirê digeriya zehmetiyên ku kişandine, bûne sedem ku ji bo xwe ofîsa emlakê veke û da zanîn ku divê beşdariya jinan di jiyana kar de zêdetir bibe.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Reqa – Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengiya jinên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, pêvajoyeke nû dest pê kir û jiyana civakê guherand. Sîstema Rêveberiya Xweser ku bi paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat esasgirtin, ji bo gelên cîhanê bû mînak û hêvî berdewam dike. Di pêvajoya ku gelê Ereb, Kurd, Tirkmen, Çerkez, Ermenî û Sûryanî gelek destkeftiyan bi dest xistin de, destekfetiyên herî mezin jinan bi dest xistin. Jinên ku di hemû warên jiyanê de îradeya xwe derxistin holê, li bajarên xwe gavên baş avêtin. Yek ji van jinan jî Nur Al-Sabagh e, bi vekirina ofîsa emlakê li Reqayê bû yekem jinan karê emlakê dike.

Dema li mala kirê digeriya bû emlakfiroş

Nur Al- Sabagh ku bi eslê xwe ji bajarê Humus ê Sûriyeyê ye û di sala 2011’an de hatiye Reqayê, dayika 3 zarokan e, da zanîn ku fikra vekirina ofîsa emlaqfiroşiyê çavkaniya xwe ji dema ku li mala kirê digeriya zehmetiyên ku kişandine girtiye û wiha got: “Dema ez li malan digeriyam, diçûm li ku rastî nêzîkahiyên biçûkxistinê dihatim. Vê yekê jî min bi avakirina karê xwe bi xwe ve bir. Min navê “Şêrê jin” lê kir ji ber min xwest hêza jinan were sembolîzekirin. Ez li gelek hevpîşeyên xwe geriyam û min agahî girt. Beriya 8 mehan jî belgeya rêvebirinê qerta ‘esnaftiyê’ min derxist. Derxistina vê qertê di aliyê min de asan bû.”

‘Civakê di gelek waran de qalibên ji ber zihniyeta peşverû çêbûne şikandiye’

Nur Al- Sabagh bi gotinên; “Civak difikire ku di vê pîşeyê yan jî di pîşeyek din de mafê min ê karkirinê nîn e” zextên civakê yên li dijî xwe wiha vegot: “Ez ez ji heqê wan hemû zehmetiyan derketim. Dema ku herêm di bin kontrola DAIŞ’ê de bû, li hemberî jinan me zext û bêedaletiyê dît. Ji ber zihniyeta mêrsalarî jî me demên gelek zehmet derbas kirin. Civakê qalibên vê zîhnyetê di astek girîng de derbas kir lê hê bandora wê heye û li hinek cihan didome. Jin bi xebatê dikarin gelek tiştan bi ser bixin. Rexneyên civakê ez motîve kirim. Di roja yekem a vekirina ofîsê de min peymana yekem îmze kir. Vê yekê jî cesaret da min û ji bo berdewamiya wê ez motîve bûm.”

‘Ez niha jinên kirêdar zêdetir fam dikim’

Nur Al-Sabagh diyar kir ku eleqeya jinan ji ofîsa emlakê re heye û wiha domand:

“Ji ber ku jin muameleya baş û rûyê bi ken dibînin, eleqeyek zêde nîşan didin. Weke jin em hev fam dikin. Ez li cihên ku zêdetir kirêdarên jin hene kar dikim. Ji ber min jî heman tişt jiya ez wan pir baş fam dikim. Ketina xefika ofîsên emlakan çi ye ez fam dikim. Ji derveyî xebatê ez dayik û jina malê me divê jin bi hêz û îrade bin. Em di sîstemeke ku rola jinan zêde ye de dijîn. Ez li pey pêşketinê me. Divê jin zextên civakê ji bo xwe weke motîvasyona pêşketinê bibînin û bê tirs gavan biavêjin.” 

‘Kesên têdikoşin ên herî bi hêz in’

Xebatkara ofîsa emlakê Hanadî Muhammed jî anî ziman ku dema daxwaza xebatê hatiye gelek bi heyecan bûye û got: “Vekirina ofîsa emlakê ji aliyê jinan ve gaveke nû ye û ji bo me girîng e. Piştî min dest bi kar kir, rastî bertekan hatim lê vê yekê cesareta min neşikand. Min ev bertek berovajî kir û weke motîvasyon dît, riya xwe berdewam kir. Divê jin di kîjan şert û mercan de bin, bila bin, bêhêvî nebin. Xebata min di ofîsa emlakê de baweriyek mezin da min. Êdî min got ez jî heme. Kesên têdikoşin, kesên herî bi hêz in û ji bo civakê dibin mînak.”