Li Şirnexê avahiyên dîrokî li ber hilweşînê ne

Medreseya Feqiyê Teyran a dîrokî ku dikeve navbera navçeyên Basa û Cîzîrê yên Şirnexê bi xeteriya tunebûnê re ru bi ru maye. Ji ber medrese nehatiye parastin ji bê xudaniyê êdî nayê karanîn.

 
Şirnex - Avahiyên Botanê yên dîrokî û xwezaya wê gelek xweşe. Heybeta Basa ya di navbera çiyayê Cudî û Gabar de cihên wê yên dîrokî ji ber bê xudantiyê bi metirsiya xirabûnê re ru bi ru maye. Yek ji wan çêkerên Dîrokî ku bi qedera wê re hatiye hêlan Medreseya Feqiyê Teyran e. Ev medreseya li gundê Keraşîna di navbera Cîzîr û Basa de cihê xwe digre tenê 4 diwarên wê mane. Dema mederese nû avabûyî têde perwerde dihat ditin, niha tenê kevir mane. Ji ber bê xudaniyê ev dere vale hatiye hêlan û nehatiye restore kirin, banê wê di hilweşe û ew kevirên mane jî di nava axê de ne.  
Avahî nayê parastin
Ev avahî ji aliyê Muduriyeta Giştiya Muze û Walîtiyê ya girêdayî Walîtiya Çand û Turîzmê ve nakeve bin ewlehiyê. Ev jî ji bo avahiyên dîtokî darbeya herî mezine. Darbeya herî mezin di sala 1990’an de di dema xebatên rêyan de lê hat xistin. Di bin navê xizmeta wê deverê ya rêyan de, ew rê di nava Medreseya dîrokî de çêkirin, ev bu sedem ku gelek cihên vê medreseyê bi ruxe. Medreseya Feqiyê Teyran ew cihê ku saxlem mabû jî, ji aliyê gundiyan û oparasyonên ku li wê deverê dihat kirin ve hilweşiya. Tenê Mizgefta Medreseyê maye saxlem, ew ji tenê cihê mihrabê di rewşa xebitandinê de ye.
Gelek avahiyên dîrokê di bin xeteriyê dene 
Avahiya dîrokî Xirbeya Qasirgê ya li Kasriga Gêlî ya girêdayî Cizîra Botanê ya ser bi Şirnxê dikeve ji demê Asuriyan maye, bi xirabûna zinaran re hilweşaye. Cihek din ê dîroki yê li Kasrigê bi navê Sazirka tê nasin qenalên avê, pir û bermayên bajaran lê tê dîtin. Ew avahiyên ku li vê derê tên ditin ji bê xwedîtiyê bi tunebûnê re ru bi ru mane. Dîsa li nêzî heman deverê Kaleya Finik tê ditin ji ber nehatiye qeydkirin û eleqeya pêwîst nehatiye nîşandan ji ber vê ji xira dibe.   
Feqiyê Teyran Kiye?
Yek ji temsilkarê wêjeya kurdî ye. Feqiyê Teyran eşq û heskirinê bi helbestan dibêje. Zimanê edebyatê yê Farisî û Erebî baş dizane. Bi taybet hemû berhemên xwe bi kurdî nivîsandiye. Di edebyata kurdî de niviskarek baş ê helebest û çîrokan e. Feqiyê Teyran gelek berhemên xwe yên edebyata Kurdî diyarî kiriye.