Ronak Zamanî bi salan bêyî ku piştgiriyek bigre çiyagertiyê dike

Çiyagera Rojhilatê Kurdistanê Ronak Zamanî diyarkir ku li beramberî jinên ku çiyagertiyê dikin sînordarkirin heye û piştgiriya madî û manevî nayê dayîn û got: “Ev 20 sale sedemê ewqas bihêzbûna min enerjî û motivasyona min e.”

JONAH ARDALAN

Sine- Ronak Zamanî di sala 2000’an de dest bi çiyagertiyê kirî, destpêkê giha lutkeya Demavend a 5 hezar û 610 metre ku li bakûrê Îranê ye. Beriya çiyagertiyê herçendî xwe di qadên werzîşê ên pînpon, tenîs, qerete û voleybolê bi ceribîne jî dibêje tişta ku wê aram dike geşta xwezayê û çiyayê ye.

‘Min tu caran navber neda antramanên xwe’

Ronak Zamanî diyarkir ku dema destpêkê gihayî lutkeya Demavend dixwaze bigihe çiyayên din ên weke Hîmalayan û wiha got: “Di rastiya vê hedefe de, min bedena xwe hertim amadekir û min tu caran navber neda antramanan. Ne weke profesyonel, lê belê heta astekê di van qadan de min perwerde dît, ez perwerdeyên xwe berdewam dikim. Min di mehên havîn û zivistanê de xwe gihand gelek çiyayên Îranê.”

‘Li beramberî jinan sînordarkirin heye’

Ronak Zamanî da zanîn ku piraniya antramanên xwe ji ber şertê xebatê piranî li kêleka Abîder û çiyayên derdor dikir û got: “Ev jî di astek giring de bandor li kondisyona min a fîzîkî kir.” Ronak Zamanî destnîşan kir ku ji ber çiyagertî werzîşek ku di hewaya vekirî de tê kirin li beranberî jinan gelek sînordarkirin hene û got: “Herçend li gora salên ku min destpêkirî sînordarkirin kêmtir be, civaka me jinek çiyager û hevalên min ên çiyager ji ber piranî mêrin baş pêşwazî nakin. Guherîna nêrîna civakê hebûna jinan di her qadê jiyanê de wê bi berdewam kirinê bibe.”

‘Motîvasyona min ji karê min ne qutbû’

Ronak Zaman bi bîrxist ku beriya 5 salan dema giha lutkeya Demavend pilankir ku bigihe lutkeya Khantangari û ev tişt anî ziman:

“Li gel komê em çûn herêmê, ez bûm yekem jina ku bi kişandinê serkeftin bi dest xistî bûm. Di qada xîzmeta civakî de ez bûm pisporek qidemlî û dema em li ber çavan bigrin ku ev nêzî 10 salan ez li navenda lêgêrîna pîr, zarok û ên bê kes de dixebitim, di aliyê ku ez karên hê cidî bikin motivasyona min ji karê min ne cûdabû. Girêdanbûna van zarokan ya hêviya serkeftinê û min xwest ku di dizaynkirina jiyana pêşerojê de bibim rol model. Ev bû sûdek ku di qada çiyagertiyê de gavek profesyonel bi avêjim û bigihim herêma Himalaya.”

‘Divê xwedî jêhatibûna hilgirtina ekîpmanên xwe bin’

Ronak Zamanî ya şîret li jinên ku dixwazin çiyageriyê bikin kir, diyar kir divê jin gelek zehmetiyên wek  zihnî û rihî qebûl bikin û di rewşên ku mêr jî hevaltî dikin de xwedî jêhatibûna hilgirtina ekîpmanên xwe bin û wiha got: “Divê ji bo bi cih anîna erkên xwe, rûbirûyê guherînên giran ên hewayê, cûdahiyên germahiyê û hwd amade bin. Di warê çiyageriyê de perwerdehiya zanistî bigrin û ew kes bêyî darîzandinan berçav bigre, bi awayekî înat bên perwerde kirin. Pir girînge ku di vê mijarê de xwedî zanîst be. Pratîk û pirsgirêk nikare wan ji armanca wan a sereke dûr bixe û beşdarbûna klûban dê ji bo wan bibe alîkar.” Ronak Zamanî, diyar kir klûbên xwedî statuya yasayî ku dikarin dersên antermanê bidin hene û da zanîn di hemû klûban de antrenorên bi tecrûbe hene. Ronak Zamanî, da zanîn bêyî alîkariyek bigre ji bo hilkişîna lûtkeya Khantangarî ya 7 hezar û 10 metre bilind ku yek ji çiyayên herî teknîkî yê Tianshanê çûye û wiha got: “Min ne ji koma çiyager û ne jî ji hikûmetê alîkarî girt. Ev yek ji yekemîn hilkişîna serbixwe ya li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilat hat kirin bû. Ev ji bo jinan hatiye hizirandin û ez hêvî dikim ev ji bo bilindbûna serbixwe ya jinan di koma me ya eyaletê de bibe destpêkek.”

 'Ji jinan re ne madî û ne jî manewî piştgiriyek xurt heye’

Ronak Zamanî, anî ziman niha li gorî armanca xwe ya plan kiriye, hêvî dike ji bo bernameyên pêşerojê sponsoran bibîne û wiha got: “Ji bo jinan ne madî û ne jî manewî piştgiriyek xurt heye. Sedema ku ez di van bîst salên çîyageriya profesyonel de ewqas berxweder im, enerjî û motîvasyona min e. Ger armanc û motîvasyoneke wiha xurt tune be, wê ji gavên ewil ve guman û bêwêrektî hîs bikin. Ji jinan re deriyên mîna rêya ku bi hezaran kevir tijiye jî girtiye.”