‘Di cureyên penceşêra HPV’ê de teşxîsa zû girîng e’

Jinekologa Lubnanî Dana Abu Al-Hassan, bal kişand ku cureyên penceşêra HPV’ê di merheleyên pêşîn de dikarin werin dermankirin û got: “Ger zû were teşxîskirin dermankirin hêsan e lê dema bi pêş bikeve zehmet dibe.”

SUZAN EBU SAÎD

Lubnan – Ji ber ku tenê bandorê li mirovan dike, enfeksiyona HPV’ê ku jê re vîrusa papilloma jî tê gotin, zêdetir li ser dest û ling, dev, qirik û lebatên genîtal bandorê dike. HPV’a ku di van cihan de dibe sedema balûkan, enfeksiyoneke wisa ye ku bi têkiliya zayendî û xwînê digihîje mirovan.

Li gorî texmînan HPV li cîhanê dibe sedema ji sedî 5 cureyên penceşêrê. Ji sedî 80 jin di jiyana xwe de herî kêm carek bi vîrusa HPV’ê dikevin, ji ber ku nîşaneyên wê xuya nakin, ev rewş nayê zanîn. Ji ber vê divê ji bo vîrusa HPV’ê derzîkirin û testên smearê werin kirin. Pispor diyar dikin ku derzîkirinên ji bo balûkên di herêma genîtal de  dikare mirovan ji pe vîrusa HPV ku dibe sedema penceşêra devê malzarokê, biparêze.

‘Derzîkirina HPV diparêze’

Jînekolog Dana Abu Al-Hassan, behsa parastina ji HPV’ê kir. Dana Abu Al-Hassan, diyar kir ku derzîkirina HPV yek ji rêbazên parastinê ye û got: “Em ji sala 2003’yan ve van derziyan bi kar tînin. Ev derzîlêdan zêdetir ji bo zarokên keçik ên di navbera 9 û 24 salî de ye. Li dijî enfeksiyona vîrusê diparêze.” Dana Abu Al-Hassan bal kişand ku HPV derhal nabe sedema mirinê di nava demên dirêj de dibe ku bibe sedema penceşêrê û got: “Ji ber ku di malzerokê de zeliqandinan çêdike, tûpan digre û dibe sedema nezayokiyê.”

Dana Abu Al-Hassan, got ku cureyên cuda tên HPV’ê hene û diyar kir ku balûkên ku ji ber vîrusê çêdibin dibin sedema penceşêra devê malzarokê, ji ber wê jî divê derzîladan werin kirin. Dana Abu Al-Hassan, got ku li ser nexweşiyên ku ji HPV’ê çêdibin ew hewl dide agahiyan bide û hişyariyê çêbike û got: “Ew pêvajo pir zehmet bû. Bi demê re hêsan bû. Min li herêmên gundewar navê keçikên ku derziyan li wan dabû di defterek de qeyd kir.”

Bi tehlîlan dikare were tesbîtkirin

Dana Abu Al-Hassan, diyar kir ku ji bo tesbîtkirina HPV’ê hinek tehlîl hene û got: “Em ji pergala zêdebûnê mînakan digrin, bi mîkroskobê analîz dikin. Di nava semptoman de di herêma zik de derketina balûkan, ligel êşê, ava zer an jî kesk ku rengê wê ne normal e û bêhna wê tune ye jî hene. Di encama tehlîlan de dema ku şane derkevin holê biyobsî tê girtin. Dema ku encam normal derkevin, 2 salan ji 3 mehan carekê tên şopandin. Ger piştî 2 salan her tişt normal be, vê carê jî em dest bi kontrolên normal dikin.”

Dana Abu Al-Hassan, diyar kir ku stres dibe sedem ku beden kortîzolê çêbike û got: “Ev yek jî li ser pergela bedenê bandorê çêdike û dibe sedema gelek nexweşiyan. Xwîn dibe sedema nexweşiyên rîtma xwînê, nexweşiyên vîral û yên din. Ji ber krîza aborî û mercên ku jin di nav de dijîn dibin sedema nexweşiyan.”

Mercên aborî li pêşiya derzîlêdanê dibin asteng

Dana Abu Al-Hassan, diyar kir ku ji ber krîza aborî derzîlêdana ku divê di nava 6 mehan de 3 car were kirin pêk nayê û got: “Îsal her çendî maliyeta wê ji 200 dolaran zêdetir nebe jî min derzî li kesê neda lewre malbat neçar in destpêkê ji bo xwarin, dibistan û şewateyê mesref bikin. Gelek kesan ji ber vê krîzê xwestin em bi paş bixin.”

‘Dermankirina zû hêsantir e’

Dana Abu Al-Hassan, diyar kir ku dermankirina HPV’ê li gorî bûyerê, temen û merheleyê diguhere û wiha domand: "Ez tu carî teknîka şewitandina balûkan bi kar naynim. Ger di herêma genîtal de ûr hebe, biyobsî tê girtin. Bi taybetî ger ji hebûna şaneyên penceşêrê guman hebe, radyasyon an jî lebat tên girtin. Ez emeliyatên bezên lenfê tercîh nakim lewre emeliyatên wisa dibin sedema werimandina di ekstremitan de. Ger nexweşî zû were teşxîskirin, dermankirina wê hêsan dibe lê dema bi pêş bikeve zehmet dibe.”

Dana Abu Al-Hassan, got ku wê du nexweşiyên ku zû hatin teşxîskirin bi temamî baş kiriye û diyar kir ku divê her sal bi rêkûpêk kontrolên jînekolog werin kirin. Dana Abu Al-Hassan, diyar kir ku divê zarokên keç teqez werin derzîkirin.