Kêmbûna vîtamîna D dibe sedema gelek nexweşiyan

Pispor Hadeel Bou Saeed diyar kir ku kêmaniya vîtamîna D, di gehik û hestiyan de êş, weşa por, kêmbûna enerjiyê derdixe holê. Da zanîn ku divê her roj mirov bi qasî 5-30 kêliyan li ber tavê bimîne.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd - Li Rojhilata Navîn a herêma rojê ye; jin rastî pirsgirêka cîhanî ya herî girîng ango kêmaniya vîtamîna D re rû bi rû dimînin. Pispor Hadeel Bou Saeed got: “Vîtamîna D, yek ji wan vîtamînan e ku piştî beden tîrêjên rojê digre çêdibe. Weke Vîtamîna A, E di rûn de çareser dibe. Di heman demê de bi gelek pêvajoyên jiyanî yên di bedena me de ve girêdayî ye, ji van a herî girîng ji bo tendirustiya hestî vîtamînek girîng e. Li gorî lêkolînên dawiyê, vîtamîna D, li dijî metirsiya mezinbûna hucreyên penceşêrê bedenê diparêze û di heman demê de enfeksiyonên di bedenê de bi piranî kêm dike.”

‘Di vîtamîna D de kêmaniyek cidî tê jiyîn’

Hadeel Bou Saeed da zanîn ku fonksiyonên vîtamîna D, bi hêzkirina sîstema mezaxtinê û pasartina nexweşiyan e û got: “Vîtamîna D bi tavê tê girtin. Bedena divê ji hinek cihên xwe tîrêjên rojê bigre.

Divê mirov rojê 5-30 kêliyan li ber tavê bimîne. Bi taybetî divê em gehikên (eklem) bedena xwe bidin ber tavê. Di wê demê de kremên ku ji tavê diparêzin divê em bi kar bînin. Em xwarinên xwe dîqet bikin. Berhemên weke, masî, şîr, penîr, dexl, şufan ji bo vîtamînê baş in. Tîrêjên rojê û di miqdara têrker de xurekên ji vîtamînan dewlemend were xwarin, pêwîstiya mirovan bi teqwiyeya xurekê namîne.”

‘Li ser hemû lebatan bandorê çêdike’

 Hadeel Bou Saeed der barê nîşaneyên kêmaniya vîtamîna D de agahî da û ev tişt got: “Nîşaneyên weke di gehik û hestiyan de êş, kêmbûna enerjiyê, konsantrenebûn û weşandina por. Di kesên ku kêmaniya vîtamîna D bi wan re heye de êşên ku bi rojan didomin hene. Di heman demê de binê çavên wan diwerimin û şîn dibin. Kêmaniya vîtamîna D bezên troîdê jî di nav de bandorê li hemû lebetên laş dike.”    

‘Bi taybetî divê jin dîqet bikin’

Hadeel Bou Saeed bal kişand ser pêwîstiya jinan a vîtamîna D û herî dawî ev tişt got: “Ji ber zarok vê vîtamînê ji bedena dayika xwe digre, jinên di her komên temen de, bi taybetî bi jinên ducanî re kêmaniya vîtamîna D çêdibe. Divê ji ber vê yekê jin her dem vîtamîna D bigrin.”