Jin li navendên tendirûstiyê tên dermankirin û agahdarkirin

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ên ku di navendên tendirûstiyê de tên dermankirin di heman wextê de derbarê tendirûstiyê tên agahdarkirin.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya navendên tendirûstiyê hem derfeta dermankirinê dibinin hem jî derberê tendirûstiyê de tên agahdarkirin. Ji bo gundên durî navendê hewil tê dayîn ku bi erebeyan xizmetê bibin.

Rêvebera Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ghazala Hamid diyar kir ku di sala 2023’an de li Şehbayê navendeke tenduristiyê ji bo dermankirina fizîkî hate vekirin. Ghazala Hamid diyar kir ku ew zehmetî dikşînin ji bo xizmetê bigihînin cîhê hatiye dagirkirin û destnîşan kir ku derbarê kemaniyên cîhazên tibî û xebatkarên tendirûstiyê de proje tên plankarin.

Li ser mijarên tenduristiyê xebatên agahdarkirinê tên kirin

Rêvebera Daîreya Tenduristiyê ya Weqfa Jinan Malîka Hassaf diyar kir ku ji sala 2014'an û vir ve wan gelek projeyên cuda pêk anîne û got, "Em ji bo berfirehkirina projeyan her tim dixebitin." Malîka Hesen da zanîn ku ew perwerdehiya pîşeyî didin jinan ku ew ê karibin di jiyana kar de cih bigirin û got ku ew li ser mijarên tenduristiyê jî xebatên agahdarkirinê dimeşînin.

Malîka Hesen da zanîn ku li Girkê Legê, Dêrik, Qamişlo, Hesekê, Tebqa, Reqa, Minbic, Dirbespiyê navendên tenduristiyê û dermanên xwezayî hatin vekirin û wiha bi dawî kir: “Xizmetên tenduristiyê ji bo gundên dûr bi wesayîtên gerok tên dayîn. Jin bi piranî ji bo dermankirina xwe serî li rêbazên xwezayî didin."