Kooperatîfa Kevza Bi Aqil kampanyaya hişyarkirinê da destpêkirin

Lêkolînerên jin ên Mexribê, ji bo pisporiyên xwe yên zanistî yên zêdetirê 15 salan ên têkildarî sûd û girîngiya kevza deryayê bi jinên di beşên din ên kar de dixebitin re parve bikin, kampanyayek dan destpêkirin.

RAJA KHAYRAT

Mexrib – Endamên Kooperatîfa Kevza Bi Aqil ên di qadên zanistî yên cuda de lêkolîner û pispor in, ji bo balê bikşînin ser sûdên vîtamînên kevza deryayê biryara kampanyayê dan. Ji bo ku li ser bandorên wan ên li ser tenduristiyê, sûdên wan ên mezin ên weke vîtamîn, proteîn, lîf û îyotê û girîngiya xwarina wan û teqwiyekirina wan a ji bo xwarinên Mexribê, biryar dan kampanyayek hişyarkirinê ya ku pê xwe bigihîjînin hemû jinên ji alî û pêkhateyên cuda, bidin destpêkirin.

‘Li Mexribê kevza deryayê zêde heye’

Jinên ku diyar kirin kevza bi vî awayî li bazarên Mexribê pir heye lê ji sedî 90'ê wan ên îthal in, diyar kirin ku ev rewş bûye sedem biryar bidin hilberîna kevza xwecihî ya ji herêmên ku 20 sal berê ji aliyê lêkolînerên Mexribê û endamên kooperatîfê ve hatine lêkolînkirin û komkirin bikin. Jinan, diyar kirin ku piştrast bûne ku bi vî awayî herêm nayê qirêjkirin û dan zanîn ku armanc dikin kevza deryayê di xwarinên Mexribê de bi kar bînin.

Midûra Kooperatîfa Kevza bi Aaqil Ghozlan Awad, da zanîn ku kooperatîf ji lêkolîner û pisporên jin ên di qadên zanistî yên cuda de pêk tê. Ghozlan Awad, anî ziman ku mezaxtina kevza deryayê ji bo civaka Mexribê çandeke nû ye û da zanîn ku destpêkê ji bo danasîna sûdên kevzê dest bi kar kirine, ji bo der barê sûdên kevza avê de hişyar bikin, biryar dane bi riya medyaya dîjîtal komên jinan perwerde bikin û diyar kir ku jinên li Marakeşê têkildarî girîngiya kezva deryayê agahdar dikin. Ghozlan Awad, da zanîn ku ew ê tercubeyên xwe bi jinên li bajarên din ên Mexribê re jî parve bikin.

‘Mexrib bi deryayan dorpêçkirî ye’

Ghozlan Awad, da zanîn ku Mexrib bi deryayan dopçêkirî ye û di aliyê kevzê de dewlemend e. Her wiha diyar kir ku peravên wê di navbera Deryaya Spî û Okyanûsa Atlantîk de nêzî 3 hezar û 500 kîlometre dirêj in û kevza kesk, sor û qehweyî jî di nav de xwedî zêdetirî 550 cureyên kevzê ye. Ghozlan Awad destnîşan kir ku di nava wan de zêdetirî 20 cureyên ku dikarin di kozmetîk û xwarinê de bi kar bînin hene. Ghozlan Awad, anî ziman di qonaxa ewil a bernameyê de dê hişyarîkirinê ava bikin û danasîna girîngiya kevzê bê kirin û wiha got: “Di qonaxa duyemîn de jî wê terîfa xwarinên Mexribê yên ku ji kevza deryayê pêk tên bên kirin. Em ê hewl bidin jinên Mexribê van biceribînin. Di qonaxa dawî de jî wê berhem bi awayekî ku di navbera hilberîner û xerîdar de baweriyê misoger bike, bên bazarkirin.”

Ghozlan Awad, anî ziman ku qonaxa hişyarîkirinê ber bi xilasbûnê ve diçe û wiha got: “Lêkolînên akademîk wê bi zimanekî zelal bên vegotin. Bi vî rengî jinên ji hemû astên perwerdeyê wê girîngî û sûdên kevza deryayê fam bikin. Di nava kooperatîfê de, bi taybetî ji ber ku kevz çandeke Asyayê ye, bernameyek cihêreng a ku ji sedî 100 terîfên Mexribê pêk tên, me amade kir. Bi saya vê yekê endamên kooperatîfê kevza deryayê bi taybetî ji bo zarokan di vana nan, xwarinên hevîr, selete û xwarinên din ên Mexribê de bi kar tînin.”

‘Kevza deryayê ji aliyê xwêya mîneral, proteîn, vîtamîn û îyotê de gelek dewlemend e’

Ghozlan Awad, diyar kir ku kevza deryayê di aliyê xwêya mîneral, proteîn, vîtamîn, lîfiyên diyetê û îyotê de dewlemend e û da zanîn ku di bedena gelek jinan de kêmasiya îyotê heye û ev yek jî dibe sedema xirabûna fonksiyona bedenê. Ghozlan Awad, bi van gotinan behsa sûdên kevzên deryayê kir: “Ji bo tenduristiya zarokên ku xwarina masiyan tercîh nakin jî gelek bi sûd e. Ji bilî sûdên tenduristiyê yên din, pergala bexşandinê dike, ji bo birêkûpêkkirina mezaxtinê û şerkirina enfeksiyonan alîkarî dike, rîska nexweşiyên kronîk kêm dike û piştgirî dide tenduristiya çerm, neynûk û por.”

Ghozlan Awad anî ziman ku kampanyayên wan hê didome û got; “Ekîbek di nava kooperatîfê de ji bo derxistina her cure kevza ji behrê berpirsyar e û da zanîn ku piştî kevzê di laboratuarên taybet de hişk dikin, bi awayekî toz an jî pelên hişkkirî dixin nava şûşe û kîsikan.”