Şert û mercên li Afganistanê zirarê dide tenduristiya derûnî

Şert û mercên xerab ên jiyanê yên li Afganîstanê bandorek neyînî li tenduristiya derûnî dike. Piraniya kesên ku serî li navendên psîkoterapiyê didin, zarokên keç û jinên ciwan in ku ji mafê perwerdehiyê bêpar mane û feqîr bûne.

BAHARÎN LEHIB

Kabûl – Şert û mercên xerab ên jiyanê li Afganîstanê, hem di bin kontrola Talîban de û hem jî berê, bandorek neyînî li tenduristiya derûnî ya mirovan dike. Li gorî rapora Wezareta Tenduristiyê ya Efganistanê bi boneya roja cîhanî ya tenduristiyê sala 2017an; Ji her du welatiyên Afganî yek bi pirsgirêkên derûnî re rû bi rû ye. Li 16 bajaran 750 navendên psîkoterapiyê hene. Her ku diçe hejmara kesên ku pirsgirêkên wan ên derûnî dijîn zêde dibe, tê gotin ku hejmara navendan kêm dimîne.

'Hejmara nexweşan zêde bû lê navendên psîkoterapiyê sînordar man'

Serokê navenda psîkoterapiyê ya ku ji beriya rêveberiya Talîbanê li Kabîlê wezîfedar e, diyar kir ku gelek nexweş hene li piştgiriyeke derûnî digerin hene. Serokê navendê ku ji ber ewlehiyê em navê wê bi kar naynin, diyar kir ku piraniya nexweşan jin in û got:

"Hejmara nexweşan zêde bû, lê navendên psîkoterapiyê sînordar man. Ji ber ku piraniya van navendan ji ber metirsiyên ewlekarî û pirsgirêkên darayî hatin girtin. Ev navend li çend navçeyên parêzgehê xizmetên xwe berdewam dikin. Piraniya nexweşan ji zarokên keç û jinan pêk tên. Jinên ciwan ên ku ji dibistan û zanîngehan bê par in, keçên ku li derveyî malê dixebitin zarokên wan jî hene bi şev û roj bi xizaniyê re têdikoşin."

'Piştî danişînan rewşa min baştir bû'

Leyla Forough ku ji ber pirsgirêkên xwe yên derûnî piştgirî ji navendê wergirt wiha got: “Mafê min ê perwerdeyê ji destê min hat girtin û ez bi şev û roj bi karê malê re mijûl dibim. Neheqiyên ku ez jiyam ez nexweş kirim. Hevalekî min teşwîq kir ku ez bêm van navendan. Piştî çend mehên danişînan, rewşa min baştir bû.”