rojane
-

Jina ciwan Mehsa Şefiî hate binçavkirin
Hate ragihandin Mehsa Şafiî ya xwişka Nîma Şafiî ya di serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" de jiyana xwe ji dest da, hatiye binçavkirin. Ji destpêka xwepêşandanên li welat û heta niha bi hezaran kes hatin binçavkirin.
-

Şêniyên Mexmûr: Mexmûr û Rojava yek e
Di bin pêşengtiya Tevgera Ciwan (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) de şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê bi armanca şermezarkirina êrişên ser taxên Helebê û piştgirîkirina berxwedana gel meşek girseyî lidar xistin.
-

Dayîkên çûn pêşwaziya birîndaran: Em ê tola wan hilînin
Şêniyên bajarê Qamişlo bi dirûşma “Bijî Berxwedana Şêx Meqsûd” karwanên ku tevlî seferberiya ji bo Şêx Meqsûd bibûn pêşwazî kirin. Jinên çûn pêşwaziya birîndaran gotin: “Em ê tola wan hilînin.”
-

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Heleb ezmûna mirovahiyê ye
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, destnîşan kirin ku êrîşên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê polîtîkayek bi pergalî ya tûnekirina Kurdan e.
-

Şengalî êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye şermezar kirin
Li navenda Şengalê bi rakirina wêneyên êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê komkujiya tê jiyan kirin hate şermezarkirin.
-

Gelê Dêrazorê: Em ê li gel Rêveberiya Xweser têkoşîna xwe bidomînin
Şêniyên Dêrazorê bertek nîşanî êrîşên Heyet Tehrîr El-Şam ên bi piştgiriya dagerkeriya Tirk dan û bal kişandin ku bêdengiya civaka navneteweyî pêşî li komkujiyên weke peravên Sûriyeyê û Suweydayê vedike.
-

Kongra Star li ser bêrêziya li hemberî cenazeye şervana jin daxuyanî da
Rêxistina Kongra Star a kantona Firatê bi daxuyaniyeke çapemeniyê sûc û bêrêziya çeteyên HTŞ’ê ya li hemberî cenazeyê şervana jin daxuyaniyek da.
-

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Divê li dijî sûcê li ser jin û ciwanan tu kes bê deng nemîne
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, der barê teşîrkirina bedena jinên li taxên Helebê li dijî çeteyên girêdayî HTŞ’ê têdikoşin, de daxuyaniyek da û got: “Divê li dijî sûcê li hember jin, zarok û ciwanên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tu kes bê deng nemîne.”
-

Jinên Suweydayê li dijî êrîşên Helebê bang kirin
Li qada Karamayê ya bajarê Suwedayê, bi beşdariya bi dehan kesan bi armanca piştgirîdayîna gelê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê çalakî hate li dar xistin. Çalakî, bi xwepêşandanên hevdem ên li bajarokên Selahedî û Qeryayê re jî hate piştgirîkirin.
-

Şêniyên Hêsekê bi dirûşmeyan birîndaran pêşwazî kirin
Şêniyên Hesekê bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedan” birîndarên ku di berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya li dijî êrişên çeteyên HTŞ’ê de birîndar bûbûn, kirin.
-

Dayikên Aştiyê dê ji bo Helebê biçin Enqereyê
Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî êrişên ser taxên Kurdan ên Helebê dan, dê li dijî êrişan biçin Enqereyê.
-

Xwendekarên Kobanê li dijî dagirkirina Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşiyan
Bi sedan xwendekarên Zanîngeha Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên HTŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker ya li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşiyan. Xwendekaran da zanîn ku berxwedana Helebê rûmeta gelê Kurd parast.
-

Xwepêşandanên Rojhilat û Îranê di roja 15’an de didome
Di xwepêşandanên seranserî welat de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn û zêdeyî 3 hezar xwepêşander hatin binçavkirin. Şahid destnîşan dikin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir in.
-

Çalakgerên Tûnisî: Divê zextên li ser raman û darazê werin rakirin
Di meşa salvegera 15’emîn a şoreşa Tûnisê de hat xwestin ku girtî werin berdan, zextên li ser îfade, raman û darazê werin rakirin. Çalakgeran di meşê de bang kirin ku ji bo şoreş bigihîje serî gel rabe serhildanê.
-

Derbarê rewşa dawî de Hêzên Ewlekariya Şêx Meqsud daxuyanî da
Hêzên Ewlekariya Şêx Meqsud, diyar kir ku hêzên wan heta dawiyê parastina gel û rûmetê kiriye, ji bo veguhestina şehîd, birîndar, jin û zarokan agibestek qismî hatiye îlankirin û destnîşan kir ku ew ê bi rê û rêbazên cuda têkoşîna xwe bidomînin.
-

Li Zahedanê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
Li bajarê Zahedan ê Îranê, di xwepêşandanên ku di van du rojên dawî de didome, di nav de jin, zarok û xwendekar, zêdetirî 200 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi bikaranîna tundiyê hatin binçavkirin.
-

Rêveberiya Xweser: Dê komkujiya li dijî gelê me bê hesab nemîne
Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê diyar kir ku li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê êrişên dermirovî pêk hatine, sucên şer hatine kirin û destnîşan kir ku komkujî û heqaretên hatine kirin, bê ceza namînin.
-

Talîban rojnamevan Nazîra Reşîdî binçav kir
Li Efganistanê nûçegihana Radyoya Kundus û televizyona ‘Oranus’ Nazira Reşîdî, ji aliyê îstixbarata Talîbanê ve hate binçavkirin. Bi rojane ji rojnamevanê tu agahî nayê wergirtin.
-

Li Sûdanê şerê hezar rojan: Aştiya rast bi jinan dibe
Di şerê Sûdanê ku hezar roje didome de, bedelê herî giran jinan da, aştiya rast jî bêyî hebûna wan di navenda pêvajoyê de, dê ne gengaz be. Ji ber jin tenê ne mexdurên şer in, di heman demê de avakerên aştiyê ne.
-

Jinên Qamişloyî: Piştgiriya ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiyê peywirek e ji bo me
Bertekên li dijî êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê her diçe zêde dibin. Fatima Hasan El Cesem û Fatima Muhammed diyar kirin ku parastina perçeyek tê wateya parastina tevahî û gotin ku ew li ba şêniyên Şêx Maqsûd û Eşrefiyê ne.