rojane
-

MGK'ê rapora 2025’an a binpêkirina mafan aşkere kir
MKG'ê Rapora Xwe ya Sala 2025'an a li Ser binpêkirina Mafên Rojnamevanên Jin aşkere kir.
-

Îran ji bo radestkirina cenazeyan pere ji gel digire
Du jinên bi navê Gûlale Mehmûdî Azer û Negîn Kadimî di êrîşa hêzên Îranê de hatin qetilkirin, Sogol Haşimî jî birîndar bû. Hat diyarkirin ku dewlet ji bo cenazeyê Gûlale Mahmûdî Azer bide malbatê 1 milyar tumen girtiye.
-

Agahî ji Gaze Şefî û dayîka wê Îlham Merabî nayê girtin
Platforma Yarsan ragihandibû ku beriya sê rojan ji malbetekê sê kes hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku nasnameya kesa sêyem Îlham Mehrabi ye û derberê rewşa Gazel Şefî û dayîka wê Îlham Merabî ti agahî nîn e.
-

Li parlementoya Siwêdê derbarê komkujiya Helebê de pêşnûmepirs
Têkildarî êrîş û komkujiyên li taxên Helebê hatin kirin, bi daxwaza bersivdayîna Wezîra Karê Derve ya Siwêdê Maria Malmer Steneger pêşnûmepirs hat dayîn.
-

YRA: Bi hewldanên bêdengkirina ragihandina azad nikarin heqîqetê veşêrin
YRA li dijî êrîşên ser sivîl û rojnamevanan li Helebê çalakiyek li dar xist û wiha hate gotin: “Hewlên bêdengkirina ragihandina azad ku dengê wîjdanê mirovahiyê ye, nikarin heqîqetê veşêrin. Emê her alîgirên ragihandina azad bin.”
-

Li girtîgeha Sanayê girtiyek jin bi guman mir
Asta binpêkirinên di girtîgehên Hûsiyan de, carek din bi bûyerek din derket holê. Girtiya bi navê Gadir el-Berkanî li hewşa girtîgeha Navend a li Sanayê bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da.
-

Ji Binarê Qendîlê li dijî êrişan bang li Kurdan: Bibin yek
Rêvebera Meclîsa jinan a Qendîlê Serwîn Cemal û Hevşaredara Binarê Qendîl Lavan Ehmed Emîn têkildarî êrîşên li ser taxên Kurdan û berxwedana gotin ku “Armanca dewletên dagirker, dagirkirina taxên Kurdan e.”
-

Serhildanên li Îranê û bandora felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ – GOTAR
Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, sînorê di navbera daxwazên li ser bingeha zayendê û daxwazên civakî yên giştî de ji holê rakiriye. Nîşan daye ku pirsgirêka jinan, pirsgirêka civakê ye. Di heman demê de felsefeya jiyanî ye civak û çandê digre nava xwe.
-

Aktîvîstên jin ên Tûnisê piştgirî berxwedana jinên Şêx Meqsûdê
Aktîvîstên jin ên Tûnisê piştî êrîşên li Helebê, hevgirtina xwe ya bi pêkhateyên Sûriyeyê yên rastî êrîşan hatin re anîn ziman.
-

Hevseroka YRA’yê: Em ê li dijî dezenformasyonê rastiyê bidomînin
Hevseroka YRA’yê Evîn Îbrahîm bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gelê Şêx Meqsûd, Eşrefiye û rola medyaya azad a li dijî dezenformasyonên medyaya alîgirê hikûmetê. Evîn diyar kir ku ew ê li dijî dezenformasyonê rastiyê bidomînin.
-

Li Sistan û Belucistanê herî kêm 550 kes hatin binçavkirin
Di dema xwepêşandanên belavî seranserê Îranê bûyî de, li Zahîdan, Çabahar û Îranşehrê jin, zarok, xwendekar û esnaf di nav de, bi sedan kes ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
-

Meclîsa Îştarê li dijî meleyê bêrêzî li şervana jin kir daxuyaniyek da
Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî bêrêziya mele Mehzer ya li hemberî şervana jin a li dijî êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de şer kir, şehîd bû û piştre cîhadîstên HTŞ’ê cenazeyê wê ji avahiyê avêtin, daxuyaniyek da.
-

Behsa berxwedana Şêx Meqsûdê kir: Bi keleşan li dijî tanqan sekinîn
Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi rojan li hember bi hezaran çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk berxwedanek meşand. Ji fermandara taxê Tolhildan Cûdî behsa kêliyên berxwedanê kir û got: “Hemû heval û gel bi keleşên xwe li dijî tanqan sekinîn.”
-

Êrîşa Helebê, danûstandinên herêmî û hêrsa jinan - GOTAR
Hovîtiya li dijî şervanên jin tê nîşandan, nîşaneya herî eşkere ya vê zîhniyetê ye. Armancgirtina jinan, nîşandana laşên wan û hewldana binpêkirina rûmeta wan ne tenê sûcê şer e, di heman demê de êrîşeke îdeolojîk a li dijî azadiya jinan e jî.
-

‘Divê ji bo zarokên li Helebê kevir li ser kevir nemîne’
Li Helebê sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Ji Tora Mafên Zarokan a Amedê Gulîzar Ayyildiz, bal kişand ser tiştên jin û zarok dijîn, bi van gotinan bang kir: "Korîdora mirovî kêm dimîne, divê demil dest êrîş ben rawestandin.”
-

Jinên Kobanê: Bi hêrsa tolhildanê em ê bêdeng nemînin
Jinên ji bajarê Kobanê helwest nîşanî êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê û bêrêziya li dijî cenazeyên şervanên jin li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dan. Jinan bi gotina “Em ê nehêlin kes destê xwe bavêje nirxên me” soza xwe ya tolhildanê dan.
-

Cîhadîstên HTŞ’ê bendava Tişrînê bombebaran dike
Cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ), bi piştgiriya Tirkiyeyê bi çekên giran Bendava Tişrînê bombebaran dike.
-

Hejmara kesên ku di xwepêşandanan de tên qetilkirin zêde dibe
Hejmara kesên ku di xwepêşandanan de tên qetilkirin roj bi roj zêde dibe Li gorî hinek dezgehên medyayê yên bi zimanê Farisî, 3 hezar û 500 kes û li gorî hinek dezgehên din jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane di navbera 7 hezar û 12 hezar de ye.
-

Pitikê di êrîşê HTŞ’ê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Pitikê 8 mehî Mihemed Ebdurehman Berekat ê ku di êrişên li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecr a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
-

Xwepêşandanên Îranê di roja 17’an de ne: Rastî êdî nikarin werin veşartin
Xwepêşandanên li seranserê Îranê ketin roja xwe ya 17’an. Raporên der barê qutkirina înternetê de, dorpêça leşkerî û qetilkirina sivîlan, nîşan didin ku li welat zexta sîstematîk û pêvajoya komkujiyan didome.