rojane
-

Kovara Jinê bal kişand ser polîtîkayên ‘şerê taybet’
Hejmara 150’an a Kovara Jinê bi berga “Polîtîkayên şerê taybet: Dagirkirina mejî û çandê” derket.
-

Parêzera ji Misra Jor: Ji bo hilbijartinên baroyê divê pergala kotayê hebe
Namzeda nûnera ciwanan a Baroya Assiut a Başûr Esma Kamal El-Sayed, xwest di hilbijartinên baroyê de ji bo jinan qoltixa taybet û pergala kotayê hebe, da zanîn ku ji ber astengiyên civakî jin di hilbijartinan de ji bo serkeftinê zoriyê dikşînin.
-

Karwanê birîndaran gihîşt herêmên xweser
Di çarçoveya agirbesta qismî ya li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ya Helebê de, karwanê ku şehîd û birîndaran di anîn, gihîşt herêmên Rêveberiya Xweser û ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.
-

‘Emê bi baweriya berxwedana bendava Tişrînê biserkevin’
Hevseroka PYD’ê Perwîn Yusif diyar kir ku crmanca êrîşên li Helebê valakirina herêmê ye û got: “Me bi berxwedaniyeke mezin bendav bi biryara av, ax û erdîngariya xwe bi xwînê parast. Em bi vê baweriyê biser ketin ku em dîsa di vê baweriyê de ne.”
-

‘Çeteyên Fermana 2014’an, niha li Şêx Meqsûd û Eşrefiye ne’
Rojnamevanên Êzidî êrişên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk ên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye şermezar kirin û gotin ku yên van êrîşan dikin di sala 2014’an de fermanê li serê civaka Êzidî jî rakirine.
-

Jinên Kobanê: Berxwedêrên me yên li Helebê rûmeta gelekî parastin
Jinên ji bajarê Kobanê yê kantona Firatê li dijî êrîşên HTŞ’ê yên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê piştevaniya xwe teqezkirin û gotin: “Berxwedêrên me yên li Helebê rûmeta gelekî parastin.”
-

Li Dêr Hafîrê welatî ji bo pêşwazîkirina birîndaran amadekariyan dikin
Welatiyên li Dêr Hafir li benda nexweşxaneyê ne û xwe amade dikin ku 54 birîndaran li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecr a li Şêx Meqsûd pêşwazî bikin.
-

YPJ: Hêzên parastina jin tu caran paşve gav navêje
Fermandariya YPJ’ê, pêkanîna çeteyên HTŞ’ê ku li hemberî cenazeyê şervana li Şêx Meqsûd kiribûn bi tundî şermezar kir û ev peyam da; “Hêzên parastina jin, tu caran li hemberî vê hişmendiyê gav paşve navêje, em parasvanên hemû jinên Suriye û cîhanê ne.”
-

Heyva Sor a Kurd: Nahêlin em xwe bigihîjînin birîndaran
Endama Heyva Sor a Kurd Newroz Xelîl der barê rewşa dawî de ji me re axivî û diyar kir ku ew bi 15 ambulansan û tîmeke ji 45 kesan pêk tê, du roj in li Dêr Hafirê ne hewl didin biçin taxa Şêx Meqsûd xwe bigihîjînin birîndaran.
-

Li Şêx Meqsûd agirbestek qismî hat îlankirin
Meclîsa Gel a Şêx Meqsûd diyar kir ku li taxê agirbesteke qismî hatiye îlankirin û hewldanên ji bo derxistina sivîlên birîndar, jin û zarokan didome.
-

Ji KJK’ê ji bo Komkujiya Parîsê daxuyanî
KJK’ê di peyama ku ji mîtînga Ji bo Heqîqetê Edalet re şand de şehîdên Parîsê bi bîr anî. KJK’ê têkoşîna azadiyê ya li Rojava û Rojhilat silav kir û diyar kir ku ew ê heta dawiyê piştgiriya berxwedanê bikin.
-

Jinên berê xwe dan berxwedanê: Divê Kurd rabin serhildanê
Jinên ku ji Kantona Cizîrê ji bo seferberiyê berê xwe dan taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye ku 5 roj in di bin êrişên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û dewleta Tirk de ye bang li her kesê xwedî wijdan kirin ku rabin serhildanê.
-

Ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiye daketin qadan
Şêniyên bajarê Qamişlo daketin qadan, êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê û çeteyên girêdayî dewleta tirk yên li dijî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê Benî Zêd şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê anîn ziman.
-

Ji Meclisa Gel a Şêx Meqsûd banga lezgîn
Meclisa Gel a Şêx Meqsûd bang li tevahiya şêniyên taxê kir ku dakevin kolanan û berê xwe bidin Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir.
-

Karwanê seferberiyê gihîşt Dêr Hafirê
Karwanê seferberiyê bexwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gihaşt deriyê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê.
-

‘Li Şêx Meqsûd û Eşrefiye sûcê şer tê kirin’
Kongra Star şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn û berxwedana dîrokî ya li ku taxên Helebê siav kir.
-

Ji dayîkên li Suweydayê bang: Bila girtî bên berdan
Di xwepêşandana li Suweyda hat lidarxistin de, jinan xwestin aqûbeta zarokên wan ên bi zorê hatin revandin û bi mehane xeber jê nagrin, eşkere bikin û zarokên wan jî di nav de hemû girtî tavilê berdin.
-

Xizmên Windayan ji bo edaletê hatin ba hev
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” di hefteya 883'yemîn de berdewam kir.
-

Şengalî ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiye meşiyan: Şengal û Rojava yek e
Xelkê Şengalê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker a li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşiyan.
-

Ji MKG’ê daxuyaniya ji bo Roja Rojnamegerên Dixebitin
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) di daxuyaniyekê de ku di 10'ê Çile, Roja Rojnamegerên Dixebitin de hat weşandin, diyar kir ku rojnamegerî di bin zextek giran de ye, bi taybetî jî rojnamegerên jin hedef digirin.