rojane
-

Li Îranê zextên li ser Bahaiyan berdewam dikin 26 welatî dîsa tên darizandin
Di nava 26 welatiyên Bahaî yên ku li Şîrazê ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve bangî wan hatiye kirin de 16 jin hene. Ev doz piştî pêvajoyeke hiqûqî ya 10 salan û tevî biryara beraetê, ji nû ve hat vekirin.
-

Du rojnamevan bi şertê kontrola edlî hatin berdan
Li Tirkiyeyê beriya civîna Nato gelek kes dibin navê ewlehiyê de hatin girtin. Rojnamevan Buse Sogûtlû û Ceren Erdogdu, ku di 5’ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin piştî çar rojan bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
-

Li dijî polîtîkayên dûrxistin û asîmîlasyonê: Kobanê nasname û rûmeta me ye
Navê Kobanê nasnameya rast a bajar û xelkê wê nîşan dide û ev nav mîras, dîrok û çanda bajarê Kobanê diparêze. Jin û ciwanên Kobanê diyar kirin ku wan bi navê Kobanê çavên xwe vekirine û dê heta dawî navê bajar Kobanê be
-

Alozî li Kendavê gihîşt asteke bilind
Aloziya leşkerî ya di navbera DYE û Îranê ku di rojên dawî de zêde bûye, bi êrîşên dualî û daxuyaniyên tund ket qonaxeke nû. Geşedanên li derdora Tengava Hurmizê metirsiyên ewlehiyê li herêmî zêde dikin û fikar hene ku şer li Rojhilata Navîn berfireh bibe
-

9’ê Tîrmehê: Birînek ku hîn jî di zanîngehên Îranê û siyaseta wê de maye
Li Îranê tevî ku di ser êrîşa li ser wargeha zanîngehê de 27 sal derbas bûye jî, 9'ê Tîrmehê mîna sembola tepeserkirina xwepêşandanên xwendekaran û destpêka qonaxek nû ya pevçûnê di navbera hikûmet û daxwazên azadiyê de tê hesibandin.
-

Li Îranê çavkaniyên avê ji ber rêveberiya xirab zuha dibin
Li Îranê kêmbûna çavkaniyên avê yên ku nû dibin, encama bi salan paşguhkirinê û rêveberiya bêbandor a çavkaniyên xwezayî ye. Ev krîz niha sînorên jîngehê derbas dike û gefê li ewlehiya xwarinê, koçberî û pêşeroja civakî ya welat dixwe.
-

NY: Li Sûdanê sûcên şer gihîştin asta 'qirkirinê'
Li Sûdanê di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de şer berdewam dike. Mîsyona Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li bajarê El Faşîrê komkujî û tewandina namûsa jinan a bi komî, nîşanên eşkere yên qirkirinê ne.
-

Civînên gel ên DBP’ê: Fikarên gel bi qanûnên çarçoveyî dikarin bên çareserkirin
Hevseroka DBP'a Amedê Rûçem Elyakut daxwazên ji civînên gel ên DBP’ê nirxand, got ku fikarên gel hene lê ger qanûnên çarçoveyî werin Meclîsê dibe çareserî çêbibe û da zanîn ku peyama herî girîng azadiya Abdullah Ocalan e.
-

Xwediya Ofîsa Ajokariyê: Ajokariya jinan pîşeyek pîroz e
Xwediya Ofîsa Ajokariyê ya “Şinrowê” Hemîde Cemal, diyar kir ku pîşeya ajokariyê wekî pêdiviyeke jiyana rojane ye û got “Lê hin kes bawer dikin ku jin nikarin ajokariyê bikin, lê ev nêrîn pûç bûye.”
-

Jinên Qamişloyê: Azadiya Rêber Apo azadiya me ye
Jinên bajarê Qamişloyê banga “Bila Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe” li dewleta Tirkiyeyê kirin û tekez kirin ku azadiya jinan, girêdayî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
-

Şilêr Mam Qadrî piştî 91 rojan bi kefalet hate berdan
Şilêr Mam Qadrî ya nexweşa pençeşêra memikê ye, piştî girtina xwe ya 91 rojan bi kefaleta 15 milyar tûmen bi awayekî demkî hate berdan. Lêbelê, doza qanûnî ya der barê wê de hêj didome.
-

‘Li Tunisê li dijî komele û aktîvîstan 88 binpêkirin hatiye tomarkirin’
Komeleya Întersection ji bo Maf û Azadiyan raporek li ser muameleya li dijî komeleyên Tunisî weşand. Raporê de tê gotin ku di du salên dawî de zextên darazî, îdarî û darayî yên li ser rêxistinên civaka sivîl ên li Tunisê zêde bûne.
-

Leyla Guven: Civak bi jinê re ava dibe
Leyla Guven ku di Girtîgeha Sîncane de tê ragirtin, ji bo ragihandina Geverê wek ‘Bajarê Jinan’ peyamek pîrozbahiyê şand û destnîşan kir ku divê Gever bi reng û feraseta jinê pêşengiyê ji jiyana demokratîk-komunal re bike.
-

Biryarên krîtîk ên Lûtkeya NATO’yê ya Enqereyê: Peyama "Şer”
Li Enqereyê peyamên krîtîk ên Lûtkeya NATO’yê: Madeya parastina kolektîf hat nûkirin, biryara piştgiriya mîlyar dolarî ya ji bo Ukraynayê hat girtin û hişyariyên tund li dijî Îran û Rûsyayê hatin dayîn.
-

'Sûcên Îranê di bin sîbera rêkeftinên siyasî de veneşêrin’
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hişyarî da ku tu rêkeftineke siyasî ya di navbera DYE û Îranê de nabe ku sûc û xwîna xwepêşanderan veşêre. Rêxistinê destnîşan kir ku li Îranê çerxa bêcezatiyê zêdetir bûye.
-

Ji ber qelsiya mekanîzmayên kontrolkirinê aloziyên malbatî û eşîrî li Sûriyeyê zêde dibin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) raporek nû weşand û tê de diyar kir ku di hefteya destpêkê ya meha Tîrmehê de, li sê herêmên Sûriyeyê ji ber alozî û pevçûnên malbatî û eşîrî 11 sivîl hatine kuştin.
-

Li Kongoyê cureyê herî metirsîdar ê vîrusa Ebolayê belav dibe
Li Komara Demokratîk a Kongoyê hejmara pêketiyên vîrusa Ebolayê gihîşt hezar û 708 kesan û 580 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku welat rûbirûyî cureyê herî metirsîdar ê.
-

Jin û zarok di navenda krîza mirovî ya Efganistanê de ne
Di navbera xizanî, bêparbûn û qedexeyên berfireh de, UNICEF’ê ragihand ku ew hewl didin herî kêm xizmetên perwerde û tenduristiyê ji bo jin û zarokên Efganistanê biparêzin.
-

Li Îranê bîlançoya sala 2026’an: Zext, darvekirin û kuştina jinan di asta metirsîdar de ye
Raporên mafên mirovan ên 6 mehên destpêkê yên sala 2026’an nîşan didin ku tevî îddîayên Tehranê, zextên sîstematîk li ser jinan zêde bûne. Di nava şeş mehan de herî kêm 9 jin hatine darvekirin, zêdetirî 5 hezar jin hatine girtin.
-

Ji ber baweriya wê 5 sal ceza li Mîtra Bandî hate birîn
Dadgeha Şoreşê ya Îranê, bi hinceta ‘propagandaya Baheyîtiyê’ 5 sal cezayê girtîgehê da Mîtra Bandî Amîrabadî. Rêxistinên mafên mirovan bertek nîşan dan û hişyarî dan ku zextên olî yên li welat her ku diçe giran dibin.