Zubeyde Esûl a namzetiya wê hat betalkirin: Wê têkoşîna me bidome

Gelê Cezayîrê xwe ji bo hilbijartinên serokatiya ya 7’ê Îlonê were lidarxistin amade dike. Hikûmeta Cezayîrê namzetiya Seroka Partiya Yekîtiyê Zubeyde Esûl a yekem jin e ku xwe wek namzet nîşan daye, red kir.

NECLA RAHÎM

Cezayir – Seroka Partiya Yekîtiyê Zubeyde Esûl a ku xwe ji hilbijartênên serokatiyê ya 7’ê Îlonê ku li Cezayîrê were lidarxistin amade dikir namzetiya wê ji aliyê desthilatê ve hat redkirin. Zuneyde Esûl a bi vê biryarê dev ji tekoşîna xwe bernade û li dijî vê biryara der hiqûqî li ber xwe dide, der barê pêvajoya hilbijartinê û redkirina namzetiya wê ji ajansa me re axivî.

‘Ez ê di kar û berxwedanê de dewam bikim’

Seroka Partiya Yekîtiyê Zubeyde Esûl wiha dest bi axaftina xwe kir: "Tevî ku min beşên girîng xistin programa xwe ya hilbijartinan desthilata serbixwe ya hilbijartinan namzetiya min red kirin ji ber hemû şert di nav de tune ne. Ez biryara redkirinê nadim lê ez ê programa xwe ya namzetiyê şîrove bikim. Ez ê di kar û berxwedanê de dewam bikim. Ez ê wekheviya di navbera herdû zayendan di maf û erkan de pêk bînim. Xwediyê maf çi jin be çi mêr be divê mafê xwe bidest bixe. Her wiha gelek pirsgirêkên teknîkî û pratîkî hene divê bên guhertin ne tenê di zagonan de lê belê di siyaseta heyî de jî.”

‘Divê carekî din zagona malbata li ber çav were derbaskirin’

Zubeyde Esûl di berdevamiya axaftina xwe de behsa zagona malbatê kir û wiha pêde çû: "Divê careke din zagona malbatê li ber çavan were derbaskirin ji ber bi pêwîstî û daxwazên serdema heyî re nameşin bi taybet di civaka Cezayîrê de. Di programa min de weke namzet gelek dozên girîng hene. Ji wan her jinek çi asta wê ya kar û civakî di gundan an bajaran de hebe û di çi rewşan re derbas bibe mafê wê ye ji rola bidestxistina zaroka xwe bi belaş sûd bigre ji ber ev yek ji berpirsyariyên dewletê ne. Ez kar li ser çêkirina dadgeha malbatê ne dadwerê karûbarên malbatê dikim. Eger amadekarî ji projeya zewacê re tune bin dê pirsgirêkên civakî û zext dewam bikin.”

Zubeyde Esûl diyar kir ku ev gav û pêvajo hemû divê di hundirê civînên kar ên programkirî de bin, ji ber dadwer di van rewşan de kar li ser lêkolîn û peydakirina hemû awayan dike. Eger rewş veguherî jihevberdanê jî dê berjewendiya zarokan were parastin û destnîşan kir ku ev tişt girêdayî parastina malbatê bi giştî ye.

‘Divê berhemdayîn û çêkirina kesekî ne taybet be’

Zubeyde Esûl di dawiya axaftina xwe de Der barê sazkirinên li ser asta zagon û saziyan de nirxandin kir û wiha anî ser ziman: “Nabe berhemdayîn û çêkirina kesekî taybet be lê belê divê di çarçoveya civînên diyalogên niştîmanî yên nirxandina zagona malbatê bin û hemû beş tê de beşdar bin.”

Zubeyde Esûl yek ji girîngtirîn siyasetmedar û têkoşerên jin li meydanê ye û di gelek rêveberiyan de maye. Di sala 1987an de yekem rêvebira ku di Wezareta Wekheviyê de bû. Paşê weke serbaza lêkolînan di emaneta giştî ya hikûmetê de di sala 1994’an de hat erkdarkirin. Her wiha di meclisa neteweyî de jî maye. Di sala 2000’an de bû Şêwirmenda Serokê di encumena neteweyî ya odeya bilind a parlementoyê û weke seroka toreya parêzerên ereb di sala 2006’an de hat hilbijartin. Piştre di sala 2012’an partiya siyasî de ava kir.