Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 39 hezar û 363

Hejmara kesên di êrişên Îsrailê ya li ser Zivala Xezaya ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane giha 39 hezar û 363 kesan.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara kesên ku di êrişên Îsrail li ser Zivala Xezayê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane giha 39 hezar û 363 kesan.

Wezareta Tendirûstiyê ya li Xezayê diyar kir ku di nava 24 saetan de herî kêm 39 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji 7’ê Cotmehê ve jî li Xezayê 39 hezar û 363 kesan jiyana xwe ji dest dane û 90 hezar û 923 kes jî birîndar bûne. Her wiha wezaret di bîlançoya ku rojane belav dike de, sivîl û şervanan ji hevdû cuda nake.