Li Efrînê di şerê di navbera çeteyan de 2 zarok birîndar bûn

Hat zanîn ku li Efrînê di navbera komên çeteyan ya girêdayî dewleta Tirk de şer derket û 2 zarok birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk li kantona Efrînê a Bakur û Rojhilatê Suriyê êrîşên xwe didomîne.  Li Efrînê di navbera çeteyên dewleta Tirk de şer derket. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA); Di 28’ê Tîrmehê di direngiya şevê de, di navbera komên bi navê “Quwat El Muştereke” û “Ehrar El Şerqiyê” yê girêdayî Tirkiyê de dema mal û mulkê hemwelatiyên ku bi zorî ji mala xwe bûne xesp kirine, şer derketiye.

Hat parvekirin ku di dema şer de 2 zarok birîndar bune.