Li Colemêrgê bi ser dawetan de girtin

Li Colemêrgê di serdegirtina 3 dawetan de gelek welatiyên ku di nav de hunermend û kameramanên herêmê jî hebûn hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan - Li 3 taxên cuda yên girêdayî navenda Colemêrgê dawetên ku hatin lidarxistin, ji aliyê polîsan ve bi îdiayên “stranên siyasî dibêjin” û “îxbarê” hatin serdegirtin.

Di nav wan de hunermendên herêmî, hin xebatkarên produksiyonê ên ku dawetê dikişînin û xwediyên dawetan jî di nav de gelek kes bi hinceta ku di dawetan de stranên Kurdî gotine hatin binçavkirin. Welatiyên bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatin binçavkirin, hat hînbûn ku li Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgeha Colemêrgê tên ragirtin û îfadeya wan danê sibê dest pê kir.

Di dema serdegirtinên polîsan ên li ser dawetan bû sedema bertekan, walîtî û meqamên fermî hîna der barê mijarê de daxuyanî nedane.