Rêxistina Sara li dijî qetilkirina jinan kampanya da destpêkirin

Rêxistina Sara ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan bi daxuyaniyekê kampanyaya li dijî tundî û qetilkirina jinan ragihand.

Qamişlo – Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan bi dirûşma “Em hêvî ne, em aştî ne” kampanyaya li dijî qetilkirina jinan bi daxuyaniyek ragihand.

Daxuyanî bi tevlîbûna endamên Rêxistina Sara û rêxistina Kongra Star li pêşiya avahiya Rêxistina Sara ve hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê berdevka Rêxistina Sara, Reşa Derwîş ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Tundiya li dijî jin û zarokên keç, îro yek ji binpêkirinên mafê mirovan e ku li cihanê belav bûye. Tundî bandorek nerênî li ser jin û civakê dike, diyardeyek metirsîdar e ku rê li ber pirsgirêkên civakê vedike. Bi taybet di demên dawî de bi hinceta namûsê cînayet û întiharên jinan zêde bûye. Bi hincetên urf û edatên xelet ku di nava civakê de hatî bicih kirin tundiya li dijî jinê hertim ji bo mêr rewa hatiye dîtin. Ev yek jî li ser jinan bandora derûnî û windahiya baweriyê dide ava kirin.  

Ji ber vê yekê weke Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, îro di asta Bakûr û Rojhilatê Sûriye de me ji bo jinên li gund û bajorakan derbarê hiqûqa malbatê û bi giştî di mijarên tundiyê de kampanya hişyarîkirinê da destpê kirin û ev kampanya wê dû mehan berdewam bike. Bi kampanyayê hedefa me ewe ku xwe bigihînîn hemû jinan û zîhneyat mêr ku gefê li jiyana jinan dike û ji holêrakirina hişemndiya şaş a civakê bi baweriyên eşirî û mêrsalarî ku jin kirine qurban. Ji ber vê yekê em weke rêxistin û tevgerên jinan dixwazin ji bo avakirina civakek bê tundî û zagonên ku mafê jinan di parêzin bixin meryetê. Ji ber tundî bi xwere tundiyê tîne.”   

Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.