19’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan hat lidarxistin

19’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan li paytexta Îngilîstan Londrayê hat lidarxistin. Di mîhrîcanê de peyama “Em ê bi ruhê Zîlanan têkoşînê mezin bikin” hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – 19’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan li paytexta Îngilîstan Londrayê ji aliyê Meclîsa Jinana a Jiyan a Îngilîstanê ve bi şîara “Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” hate lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî festîvalê bûn ku endamên Gîk-Der û Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî di nav beşdaran de bûn.

‘Em ê bi ruhê Zîlanan têkoşînê mezin bikin’

Di mîhrîcanê de Turkan Budak li ser navê Meclîsa Jinan a Jiyan axivî û diyar kir ku jinên Kurd bi cesaret û îdeolojiya xwe bersiva pêwîst daye modernîteya kapîtalîst û dagirkerên faşîst. Turkan Budak diyar kir ku ew ê bi ruhê Zîlanan têkoşînê geş bikin û got:

“Îro têkoşîna şoreşgerî ya bi heybet a Bêrîtan û Zîlanan hişt ku têkoşîna azadiya jinê li tevahiya Rojhilata Navîn bigihije milyonan û li Rojava jî şoreşa jinê pêk hat. Carek din ez di şexsê şehîd Zîlan de hemû şehîdên me bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Em ê li ser xeta Bêrîtan û Zîlanan, Rêber Apo azad bikin.”

Banga beşdarbûna kampanyayê

Di axaftina li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewrupayê de hat gotin: “Rêheval Zîlan bi derketina dîrokî re nîşan da ku rêya azadiyê Rêbertî ye” û banga tevlîbûna pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate kirin.

Di mîhrîcanê de helbest hatin guhdarkirin û pêşandana defîleyê ya ku cil û bergên netewî yên Kurdî nîşan dide, hat lidarxistin. Hunermend Zeyno, Jale û Kewe derketin ser dikê. Di mîhrîcana ku govend hate gerandin de bê navber dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.