Li Kayseriyê kiryarê tacîzê hat girtin

Li Kayserî kiryarê bi navê Î. A zarokek keç tacîz kiribû hat girtin.

Navenda Nûçeyan-Li navçeya Melîkgazî ya Kayseriyê hat gotin ku destdirêjî li zarokekê hatiye kirin. Piştî bûyerê komek li hev civiyan û êrişî dikanên aîdî penaberên ji Sûriyeyê kirin. Polîsan kesê ku tê gotin zarok îstîsmar kiriye, kirin binçavan. Piştre koma ku civiyan, wesayîtên aîdî penaberan qelibandin û hin dikanên wan şewitandin. 

Di çarçoveya lêpirsîn de biryara qedexeya weşana nûçeyan hat dayîn. Biryar ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Kayserî ve hatî dayîn û wiha hat gotin: “Bi armanca parastina malbata mexdûr, piştî bûyerê ji bo pêşî li zêdebûna bûyerên civakê were girtin, bûyerên civakî ên ku di qewimin û dîmenê zaroka mexdûr di ragihandinên ku li ser înternet û medyayê xebat didin meşandin, her cûre weşanên weke ropartaj, rexne heta qonaxa lêkolînê bi dawî bibe, biyara qedexeyê hatiye girtin.” 

Her wiha piştî îfadeya kiryar Î.A ya li dozgeriyê hat girtin, ew sewqê dadgeriyê hat kirin û li vir jî biryara girtina wî hat dayîn.