Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn

Di Doza Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê de biryar hate dayîn. Li 10 bersûcan cezayê muebbeta giran hate birîn.

Enqere – Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrişî mitînga aştiyê ya Qada Gara Trenê ya Enqereyê kir. Di êrişa bombeyî de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 jê zarok 391 kes jî birîndar bûn. Danişîna biryarê ya dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin.

Li 10 bersûcên dozê cezayê muebbeda girankirî hat dayîn. Li Erman Ekîncî 101 caran cezayê muebbeta giran hate birîn.