Xwepêşandanên Nifşa Z 212 didome
Xwepêşanderên Nifşa Z212 beriya axaftina Qiral daxwaza xwe ya ji bo îstifaya Akhannouch berdewam kirin. Hikûmet jî hewl dide ku rewşê aram bike û ragihandiye ku ew li benda destnîşankirina nûnerê ciwanan e berî ku diyalog dest pê bike.

Navenda Nûçeyan – Piştî rojek betlaneyê, nifşa Z212 duh, dîsa daket kolanan û li 20 bajarên Mexribê meşên mezin li dar xistin. Ev meş beriya axaftina pêşbînîkirî ya Padîşah pêk hatin.
Ji bo ku ciwanan razî bike û bala wan bikişîne, hikûmetê diyar kir ku wan bersiva daxwazên wan daye û heke nûnerek were destnîşankirin, ji bo diyalogê amade ne.
Gelê Mexribê, bi taybetî nifşê Z212 û alîgirên wan, bi kelecanek mezin li benda axaftina Qiral in, ku dê îro piştî nîvro li Parlamentoyê were pêşkêş kirin. Ciwanên Mexribî ji ber bêkariya zêde, lêçûnên jiyanê yên zêde û nebûna xizmetên bingehîn (wek perwerde û lênêrîna tenduristiyê) aciz in. Ji ber ku ji bilî bilindkirina dengê xwe rêyek din nabînin, ew peyamên aştiyê hildigirin û ji bo jiyanek û pêşerojek çêtir bi biryar in.
Xwepêşandanên nifşa Z212 xwedî xwezayeke giştî ne ji ber ku ew ji hêla ciwanan ve têne rêvebirin û li dijî her cure serhildêriyê li ber xwe didin. Lêbelê, xeterek heye ku Îslama siyasî şoreşan ji bo berjewendiya xwe manîpule bike, wekî ku di Bihara Erebî ya 2011’an de kir.
Di vê dema hesas a dîroka herêmê û Fasê de, berpirsiyariya hikûmetê di pêşkêşkirina pêşniyareke siyasî de ye ku bersiva hewcedariyên demê bide; pêşxistina vîzyonekê ku welatiyan di pêvajoyê de beşdar bike; vegerandina baweriyê bi pergalê; û çareserkirina pirsgirêkên ku ciwanan nêzîkî du hefteyan ber bi kolanan ve birine.