Şêniyên Reqayê daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dikin

Şêniyên Kantona Reqayê, bi boneya salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Em Komployê Şermezar Dikin û Daxwaza Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin’ herîkîn kolanan.

Navenda Nûçeyan – Şêniyên kantona Reqayê, bi boneya salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Em Komployê Şermezar Dikin û Daxwaza Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo dikin’ meşekî girseyî lidarxistin.

Di meşê de nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, Yekitiya Jinên Ciwan, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd û nûnerên partî û rêxistinan amade bûn.

‘Ramanê Rêber Apo şoreşeke fikrî û civakî çêkir’

Di meşê de ji rêveberên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Xilûd Mihemed axivî û bal kişand ser ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê azadiya jinan de û diyar kir ku ramanên wî şoreşeke fikrî û civakî çêkir û bi saya wî jin di avakirina civaka demokratîk de bûne bingeh.

Xilûd Mihemed, di dewama axaftina xwe de sûcên li Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî jî şermezar kir û wekî sûcên li dijî mirovahiyê û gefaxwarina li yekparbûna xaka Sûriyeyê destnîşan kir. Xilûd Mihemed, di dawiya axaftina xwe banga li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erkên xwe bi cih bînin, zextê bikin da ku dawî li tecrîdê û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan werin.  

‘Komplo negihîşt armanca xwe’

Endama Meclîsa Giştî Havle El-Elî jî bertek nîşanî komploya navneteweyî da û wiha axivî: "Rêber Ocalan bi komployekî navneteweyî hate girtin. Rêber Apo tenê ji bo hemû gelan daxwaza aştiyê dike. Armanca sereke ya komploya navneteweyî ew bû ku ramanên Rêber Ocalan ji cîhanê qûtbikin û ev komplo ji aliyê hêzên mezin ve bi hevkariya dagirkeriya Tirk ve bi baldarî hatiye plankirin. Armanc pêşîgirtina belavbûna ramanên Ocalan bû. Lêbelê, komplo negihîşt armanca xwe; dîwarên Îmraliyê ramanên Rêber Apo dîl negirt û gel dev ji ramanên wî berneda.”

‘Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bê mîsogerkirin’

Rêvebera Konseya Dadmendiya Civakî Ebîr Muhammed jî, balkişand li ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku herêm niha di pêvajoyek hêsan de ye. Ebîr Muhammed, da zanîn bêparkirina Abdullah Ocalan a ji mafê hêviyê, binpêkirinek vekirî ya mafên mirovan e û got: “Rêber Ocalan rûxmê 27 sal in li girtîgehê tê ragirtin û temenê xwe ya mezin jî, pêşengiya civakê dike. Lewma divê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bê mîsogerkirin.”

‘Em ê dev ji daxwazên xwe bernedin’

Ebîr Muhammed, da zanîn jinan di azadiya Ocalan de roleke girîng lîstine û diyar kir ku bi saya raman û felsefeya Abdullah Ocalan, jinan azadî bi dest xistine û di her aliyê jiyanê de roleke pêşeng lîstine û wiha axivî: "Em bi navê gelê Reqayê soz didin Rêber Ocalan ku em ê li ser şopa wî berdewam bikin û em ê dev ji daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bernedin. Azadiya jinan û civakan, di azadiya wî ya fizîkî de veşartiye.”