Jinên Koçber: Bila Tirkiye mudaxaleyî Sûriyeyê neke

Jinên ji Girê Spî di encama dagirkeriya Tirkiyeyê ya di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji neçarî koçber bûn û li kampa Tel El-Seman dimînin, destnîşan kirin ku mudaxaleya Tirkiyeyê ya li hember Sûriyeyê, aştî, aramî û vegera bi mîsogerî asteng dike.

NORŞAN EBDΠ

Eyn Îsa – Jinên ku li kampa Tel El-Seman a bi navê Kampa Rûmetê tê zanîn dimînin, piştî ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê malên wan dagir kirin, bi hêviya vegera bi ewle ya bajar û malên xwe dijîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di Cotmeha 2019’an de ji bo malbatên ku ji Girê Spî koçber bûne star bike û jiyanê biewle mîsoger bike, Kampa Tel Samanê ava kir. Di Kampê de hezar û 247 malbat û bi giştî 6 hezar û 960 kes dijîn; piraniya wan jî, jin û zarok in. Niştecihên kampê, ev şeş sal in digel hemû zehmetiyan jî li ser piya mane, li hember pirsgirêkan têdikoşin. Lê belê xeyala roja vegera malên xwe dikin.

Di 6’emîn salvegera dagirkirina Tirkiyeyê ya Girê Spî de, ajansa me serdana kampê kir û çavdêriya rewşa jinên koçber û israra wan a vegera bajarê xwe, kir.

‘Em neçar man ji cih û warên xwe veqetin’

Adle Xelîl Hemî ya 48 salî, ji gundê Tayba ya girêdayî Girê Spî koçber bûye. Adle Xelîl Hemî, van rojan wiha tîne ziman: "Derdora saet 4:00’ê sibê, bi çekên giran, balafirên şer û SİHA’yan êrîşeke dijwar dest pê kir. Roja din gihîştin gundê me. Em di bin êrîşeke nayê vegotin de bûn. Zarokên me ji tirsan dileriziyan. Me ji bo parastina zarokên xwe, gund terikand. Me digot em tenê ji bo çend rojan diçin, lê koçberiya me 6 salên xwe dagirt. Ez neçar mam mala xwe ya tijî baxçe û her tiştê xwe berdim.”

‘DAIŞ bin ket, dewleta Tirk bi xwe êrîş kir’

Adle Xelîl Hemî, diyar kir armanca Tirkiyeyê ne tenê desteserkirina axê ye, di heman demê de têkbirina yekîtiya di navbera gelên herêmê de ye jî û wiha got: "Li Girê Spî gelê Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermen bi hev re jiyan dikirin. Me mîna terorîst binav kirin. Lê belê, Tirkiye welatê ku herî zêde piştgirî dide terorê ye. Gelo dema DAIŞ’ê êrîşê Girê Spî lir, ev kom li kudere bûn? Dewleta Tirk bi rêya deriyê sînor a Girê Spî, alîkariya lojîstîk, bijîşkî û leşkerî ji bo DAIŞ’ê dida. Me vê yekê bi çavên xwe dît. Dema DAIŞ bin ket, dewleta Tirk bi xwe êrîş kir.”

‘Heta ku Tirkiye mudaxeleyê Sûriyeyê bike, dê aştî û aramî neyê’

Adle Xelîl Hemî, da zanîn ku piştî mudaxeleta ewil a leşkerî ya Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyeyê, şoreşa Sûriyeyê ji armanca xwe dûr ketiye û bi awayekî aşkera piştgirî dide terorê. Adle wiha berdewam kir: “Rûxmê ku îro ev 10 sal di ser şoreşa Sûriyeyê û 6 sal jî di ser dagirkirina Girê Spî re derbas bû jî, Tirkiye heta niha bi awayekî leşkerî û siyasî mudaxeleyê Sûriyeyê dike. Heta ku Tirkiye mudaxeleyê Sûriyeyê bike, dê li vî welatî ne aştî pêk bê û ne jî aramî. Di vê rewşê de, em koçberên ji Girê Spî, nikarin bi ewlehî vegerin bajarên xwe."

Adle Xelîl Hemî, destnîşan kir ku vegera bi ewle mafek e, got ku ji bo vê yekê têkoşîna xwe bidomînin û daxwazên xwe bi van gotinan anîn ziman: "Divê rêveberiya demkî peymanên ku îmze kiriye bicih bîne û vegera hemû penaberan mîsoger bike. Divê Tirkiye ji bîr neke ku em ji Sûriyeyê ne. Em çi Kurd bin, çi Ereb bin, çi Asûrî bin û çi Ermen bin, em mîna gelê Sûriyeyê dikarin bi tena serê xwe pirsgirêkên navxweyî yên welatê xwe çareser bikin. Pirsgirêkên Sûriyeyê tenê bi destên gelê wê dikarin bên çareserkirin."

‘Me navê kampê danî Kampa Rûmetê’

Cewahîr Îsa ya 45 salî jî, ji bajaroka Silûkê koçber bûye. Cewahîr Îsa, serpêhatiyên xwe bi van gotinan vegot: "Rojên destpêkê pir zehmet bûn. Em rûxmê sermaya zivistanê û germahiya havînê jî, ji bo nêzbûna bajarê xwe li vir man. Lewma me navê kampa xwe kir 'Kampa Rûmetê'. Ji ber ku em rûmeta xwe li vir diparêzin."

Cewahîr Îsa, da zanîn dengê balafirên şer, SİHA û bombeyan wan neçar kiriye ku ji bo parastina zarokên xwe birevin û got: "Em destpêkê çûn Reqayê, lê me nekarî li wir bijîn. Lewma em hatin vê kampê û ji wê rojê heta îro em li vir dijîn.”

‘Em ê tu car van rojan ji bîr nekin’

Cewahîr Îsa, heta niha jî nikare êşên ku di dema koçberiyê de kişandiye, ji bîr bike. Cewahîr diyar kir ku dema ji Silûkê derketine, bi çavên xwe cenazeyên sivîlan dîtine û wiha pê de çû: “Tirsa ku zarokên me jiyan kir, nayê vegotin. Ew kêliyên biêş hîn jî di bîra me de ne. Emê tu car ji bîr nekin. Em li Sûriyeyê dijîn, em li ser axa xwe ne. Zarokên me di konan de mezin dibin, lê em tehemûlê vê êşê dikin. Ji ber ku em bawer dikin emê rojekê vegerin malên xwe. Divê vegera bi ewle were mîsogerkirin."

‘Em ji bo dabînkirina pêdiviyên wan hertiştî dikin’

Rêvebera kampê Yazî Cuma, diyar kir ku kamp di Cotmeha 2019’an de ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Reqayê ve ji bo kesên ku ji Girê Spî koçber bûne hatiye avakirin û da zanîn ku niha hezar û 247 malbat li kampê dijîn. Yazî Cuma ev agahî dan: "Piraniya kesên li kampê dijîn, jin û zarok in. Her çiqas em hewl didin pêdiviyên bingehîn mîsoger bikin jî, dûrbûna ji mal û bajarên xwe, jiyana wan dijwar dike. Her çiqas alîkarî bê kirin jî, koçberî her tim zehmet e.”

‘Em ji bo dabînkirina pêdiviyên kampê dixebitin’

Yazî Cuma, da zanîn di nava kampê de ji bo dabînkirina pêdiviyên gel komun û sazî hatine avakirin û alîkariyên heyî bi rêya vê avahiyê tê belavkirin û got: "Li kampê ji bo zarokan sê dibistanên seretayî û navîn hene û di heman demê de niha sê navendên tenduristiyê hene. Ev yek bi rêya Rêveberiya Xweser û çend rêxistinên alîkariyê tê mîsogerkirin.”

Yazî Cuma, balkişand ser xebatên rêveberiya kampê yên ji bo van malbatan û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Rêveberiya kampê ji bo alîkariya gelê kampê û mîsogerkirina hemû pêdiviyan dixebite. Di vê çarçoveyê de em niha ji bo dabînkirina pêdiviyên zivistanê û amadekirina konan a ji bo werza zivistanê, bi saziyên cûda re xebat dimeşînin.”