Maria Corina Machado Xelata Aştiyê ya Nobelê girt

Serkirdeya muxalefeta Venezuelayê Maria Corina Machado ji ber “Li welatê xwe ji bo derbasbûna aştiyane û wekhev a ber bi demokrasiyê ve", hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2025'an hate dîtin.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Nobelê ya Norwêcê diyar kir ku ji ber hewldanên xwe yên ku "Li welatê xwe ji bo derbasbûna aştiyane û wekhev a ber bi demokrasiyê ve" Maria Corina Machado hêjayî xelatê hatiye dîtin. Serokê Komîteyê Jørgen Watne Frydnes li Osloyê di merasîmê de daxuyanî da û got: "Maria Corina Machado salên dawî yek ji mînakên herî balkêş ên wêrekiya sivîl a li Latîn Amerîkayê ye."

Frydnes, îdîa kir ku Machado bi ser xist ku partiyên muxalefetê yên demeke dirêj parçe bûbûn, li dora daxwaza hikûmeteke temsîlî û hilbijartinên azad gihand hev. 

Machado bi "têkoşîna xwe ya aştiyane" ya li Venezuelayê li hemberî zext, xizanî û koça girseyî meşand, li nava raya giştî ya navneteweyî piştgiriyeke xurt wergirtibû.

Maria Corina Machado kî ye?

Maria Corina Machado, serkirdeya tevgera demokrasiyê ya li Venezuelayê ye. Di sala 1967’an de li paytexta Venezuela ji dayik bû, berî bikeve nava xebatên siyasî perwerdeya endezyariya endustrî girt. Di sala sala 2002’yan de ji bo piştgiriya mafên siyasî û şopandina hilbijartinan komeke bi navê Súmate damezirand. Maria Corina Machado, beşdarî pêş hilbijartinên mixalefetê yên sala buhurî bû û ji sedî 90 deng wergirt, bi îdiaya di beyannameya mal de hinek kûpon diyar nekirine, namzetiya wê hate astengkirin.