Di cejnê de li herêma şewatê av û ceyran tunebû ye

Jinên gundê Tobîniyê diyar kirin ku şewata ku li Çinar û Şemrexê ji stûnên ceyranê derketiye û 14 kesan jiyana xwe ji dest da û gotin: "3 roj ne ceyran û ne av me hebû" û behsa serpêhatiyên xwe kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Di ser şewata ku li Çinar û Şemrexê derketibû û bû sedema mirina 14 kesan 2 roj derbas bûn. Gundiyan diyar kirin ku di şewata ku tevahiya şevê berdewam kir de daxwazên wan ên mudaxeleyê nehatin qebûlkirin, jinên ku li gundê Tobinî ku şewat lê derketiye ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku sê roj ceyran û ava wan tunebû ye û dema ceyran hatiye şewat derketiye.

Heyetek ku di nav de Hevserokên DEM Partî û DBP’ê, parlamenterên DEM’ê, nûnerên saziyên sivîl û jinên TJA’yê jî hebûn, çûn gundê Tobîniyê ku îro bûyer lê qewimî. Heyetê bi gel re têkilî danî, sersaxî xwestin û goristan ziyaret kirin. Li gundan şîna gel dewam dike bi taybetî jinan bertek nîşanî pêvajoyê dan. Tişta ku ji qada ku pêvajoya sarbûnê lê qediya ma, qadeke xelî bû. Dema ku beytar hatin herêma ku 600 heywan telef bûn jî cesedê gelek heywanan hîn di araziyê de ne.

'Ne ceyran û ne ava me hebû'

Jinan diyar kirin ku ji ber "hûn deyndar in" ceryana wan qut bûye û 3 roj in bê ceyran mane û gotin ku ev rewş her tim diqewime. Jinan diyar kirin ku av û ceyrana wan nemaye û bertek nîşanî bûyerê dan û gotin, "Qatilê ewqas mirovan DEDAŞ e."

Ji niştecihên gund Ozlem Çelebîoglu jî bûyera qewimî bi van gotinan vegot: “Roja arîfêyê ceryana me qut kirin. Sê rojan ne ceyran û ne av hebû. Hema çawa ji ceyranê berdan agir pê ket. Niha avê tînin vir, lê divê ne avê ne jî ceryanê bînin. Jiyana me êdî çûye. Ji bo pereyan ev yek kirin. Em heta dawiyê li dijî wan in. Em hem bê av û hem jî bê ceyran in. Me jiyana xwe ji dest da, niha ceyranê didin me. Ew derewan dikin, şewat ne ji ber pirezeyan derket dema ku ceyran hate danîn ev yek çêbû. Beriya dengdanê tên alîkariya me dikin, avê didin me, lê piştî dengdanê tiştek nema. Dema ku dengdan bi dawî bû, em jî. Bi dawî dibin.  Bila êdî neyên. Tişta ku dikin ne însanî ye. Em ji wan ne razî ne."