Li Xezayê di pevçûnan de 10 hezar jin jiyana xwe ji dest dan

Li Xezayê ku êriş bênavber lê berdewam dikin, zêdeyî 10 hezar jin ku 6 hezar ji wan dayik bûn hatin qetilkirin. Li herêmên ku hewldanên alîkariyê tên astengkirin hat ragihandin ku herî kêm pêwîstiya 10 hezar nexweşan bi rakirina naweşxaneyan heye.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha bi awayekî bênavber berdewam dikin.

Nûnera taybet a Ofîsa Yekîneya Jinan a Filistîn ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Maryse Guimond û berdevkê Ofîsa Koordînasyona karên mirovî ya NY (OCHA) Jens Laerke, di civîna heftane ya çapemeniyê ya Ofîsa Cenevre ya NY de nirxandin kirin.

Maryse Guimond da zanîn ku erka xwe ya hefeteyek li Xezayê demek berê temam kiriye û destnîşan kir ku li wê derê xwe weke ‘di cîhanek windabûyî de’ hîs kiriye û wiha got: “Li Zîvala Xezayê mal, nexweşxane, dibistan û zanîngeh hilweşiyane. Dema ku mirov ber bi nava Zîvala Xezayê ve diçe dibîne ku mirov di nava xelaya ku zêde dibe de neçar mane û hûn mirovên di konên qetiyayî de dijîn dibînin.” Maryse Guimond diyar kir ku li Xezayê zêdeyî milyonek kes ji cihên xwe bûne û ji bo wan mirovên ku tu xizmeteke bingehîn nagirin cihekî bi ewle nîn e.

‘Zêdeyî 6 hezar dayikan jiyana xwe ji dest dan’

Maryse Guimond wiha got: “Piştî şerê ku 9 meh in didome, gel ji kapasîteya ewlehiya xwarin, bicihbûn, tendirustî û amûrên dahatê pêk bînin û hema bibêje bi temamî bêpar hatine hiştin. Gelê Xezayê dixwaze şer raweste. Li Xezayê her jina ku min nas kir çîrokek wê ya winda heye. Zêdeyî 10 hezar jin ku 6 hezar jê dayik in jiyana xwe ji dest dane.”

‘Ji bo alîkariyan hevparî pêwîst e’

Jens Laerke di nirxandinên xwe de anî ziman ku gihandina alîkariyan ji bo Xezayê û ji bo belavkirina bi awayê rêkûpêk û nebûna ewlehiyê astengiyek mezin e û divê hewldan werin hevparkirin û wiha got: “Ji bo alîkarî bigihîje kesên pêwîst û hevkarên NY ji bo vê bikin divê nivîngeheke guncaw ava bikin lê ev yek weke hêza dagirker di berpirsyariya rayedarên Îsraîlê de ye.” Jens Laerke destnîşan kir ku di heman demê de NY û hevkarên xwe, ji bo girtina dest a der barê Xezayê de mudaxelyek bi wate ya mirovî û pêkanîna wê asteng dike û pirsgirêkên ku ev demek dirêj e berdewam dikin bi taybetî li gel rayedarên Îsraîlê di nava pêwendiyê de ne.

10 hezar nexweş li benda tehliyeya tibî ne

Nûnerê Filistîn yê Rêxistian Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) Richard Peeperkorb ragihand ku li Xezaya di bin êrişên dijwar ên Îsrail de, herî kêm pêwîstiya 10 hezar nexweşan bi tehliyeya tibî heye û deriyê sînor ê Refahê girtiye, ji 7’ê Gulanê ve heta niha tu tehliye nehatine pêkanîn.

Richard Peeperkorb bi awayekî online beşdarî civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevre ya NY bû bal kişand ku ji 7’ê Gulanê ve heta niha nêzî milyonek mirov neçar mane ji herêmên Refahê derbikevin û alîkariya mirovî ya li herêmê ji ber operasyonan zehmetiyan dikşîne. Richard Peeperkorb da zanîn ku 26 tirên girêdayî Bijîjkên Sînornenas û WHO, li bendera El-Ariş a Misirê hatine hiştin û ji 6’ê hezîranê ve heta niha tir li bendera El-Ariş deriye sînor ê Kerem Ebu Salin gihandina wan tê astegkirin û alîkarî nebirine Xezayê. Richard Peeperkorb got: “Li Xezayê herî kêm pêwîstiya 10 hezar nexweşan bi tehliyeya tibî heye.” Richard Peeperkorb îşaret bi wê yekê kir ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha 4 hezar û 894 nexweş sewqî derveyî Xezayê hatine kirin. Richard Peeperkorb bi bîr xist ku ji 36 nexweşxaneyên li Xezayê 17 jê dikarin xizmetê bidin.