Dayikên Şemiyê di hefteya 1004’an de careke din daxwaza edaletê kirin

Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Zekî Dogan ê ku beriya 30 salan li Çelê hatibû binçavkirin û windakirin pirsîn.

Stenbol- Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan û darizandina kiryaran, li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Dayikên Şemiyê bi qerenfîl û wêneyên windayan hatin Qada Galatasarayê û dest bi çalakiyê kirin.

Di hefteya 1004’an a çalakiya Dayikên Şemiyê de gevseroka giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek kesan piştgirî dan çalakiyê û beşdarî çalakiya vê hefteyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Zekî Dogan ê ku di 7'ê Hezîrana 1994'an de li navçeya Çelêya Colemergê ji aliyê tîmên taybet ve hat binçavkirin, hat pirsîn. Xwişka Hasan Ocak ê ku di binçavan de hatiye windakirin, Aysel Ocak metna daxuyaniyê xwend.

Aysel Ocak diyar kir ku li welatên demokratîk hem di aliyê siyasî de hem jî di aliyê îdarî de beşdarbûna gel di rêveberiyê de girîng e û wiha got: "Nermbûn, ancax bi qanûn û mafên mirovan pêk were. Eger behsa 'nermbûnê' bê kirin divê beriya her tiştî daxwaza me ya pratîzekirina biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn pêk were. Wezîrê Karên Navxweyî yê ku 29 sal in bêhiqûqî û bêedaletiya li ser me zêde kiriye, bila hemû daxwazên me yên randevûyê bêbersiv nehêle. Hikûmetên ku daxwazên mafdar û rewa yên gel li ber çavan negirin, nikarin demokratîk bibin û nerm bibin."

Piştî ku hat binçavkirin xeber jê nehat girtin

Aysel Ocak anî ziman ku Mehmet Zekî Dogan di 7'ê Hezîrana 1994'an de dema li Lîseya Çukurca ua navçeya Çelêya Colemêrgê weke personelê cemaweriyê dixebitî di serdegirtina mala xwe de ji aliyê tîmên taybet ve hatiye binçavkirin û careke din agahî jê nehatiye girtin û wiha got: “Malbatê ji şêniyên taxê hîn bûn ku Mehmet Zekî Dogan hatiye binçavkirin. Serî li saziyên fermî dan û bi belgeya destûrê ya girtin li herêmê dest bi xebatên lêgerînê hat kirin. Di encama beyanên şahid de ketin rê di encama lêgerînê de li qiraxa Ava Zapê yê li nêzî Gundê Narliyê ku 5 kîlometre dûrî Çelê ye, pêlav û çakêtê Mehmet Zekî Dogan hatin dîtin. Li cihê cilan jî şopa xwînê hebû. Lê belê lêgerîn bêencam man. Mehmet Zekî Doxan nehat dîtin.”

‘Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin’

Aysel Ocak destnîşan kir ku tevî personelê cemaweriyê ye jî ji aliyê rêveberiya dibistanê ve tu tedbîr nehatine girtin û Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî neketiye tevgerê û agahi nedane malbatê û ev tişt got: “Rayedarên fermî li pêşberî pirsa malbatê ya 'Gelo Mehmet Zekî Dogan hat qetilkirin' bêdeng man. Gelo piştî hat binçavkirin avêtin Çemê Zapê? Dewletê erka xwe ya parastina mafê jiyanê yê Mehmet Zekî Dogan bi cih neanî. Rayedarên ku ji bo tesbîtkirina delîlên bûyerê, eşkerekirina rastiya madî û cezakirina kiryar û berpirsyaran bê helwest ma. Malbata wî 30 sal in nizane çi hatiye serê Mehmet Zekî. Çiqas sal derbas bibin jî em ji bo Mehmet Zekî Dogan û ji bo hemû windahiyên xwe em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere û em ê dest ji bibîrxistina vê bernedin.”

Çalakî bi danîna qerenfîlan a li qada dorpêçkirî bi dawî bû.