Rûniştina F a ji bo Fatma Ozbay: Tenduristî û jiyana wê di xeterê de ye

Di hefteya 639’an a çalakiya “Rûniştina F” de bal hat kişandin ku tenduristî û jiyana girtiya bi nexweşiya giran Fatma Ozbay di bin xeterek mezin de ye û hat xwestin ku Fatma Ozbay û hemû girtiyên nexweş bên berdan.

Navenda Nûçeyan - Çalakiya 639’an a Rûniştina F ya ku her hefte ji aliyê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ve li ber avahiya komeleyê hat lidarxistin. Di rûniştina vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiya bi nexweşiya giran Fatma Ozbay a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Alîaga Şakranê. Di çalakiyê de pankartên “Dermankirin maf e û nayê astengkirin”, “Bila girtiya nexweş Fatma Ozbay serbest bê berdan” hatin vekirin û dirûşmên “Girtiyên nexweş bên berdan”, “Bila Fatma Ozbay serbest bê berdan” û “Dermankirin maf e nayê astengkirin” hatin berzkirin.

‘34 girtîgehên nû weke mizgînî hatin ragihandin’

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Cuneyt Yilmaz bi xwendina daxuyaniya çapemeniyê bi bîr xist ku Rêber Soydan li girtîgehê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest daye û Mecîd Yilmaz jî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Cuneyt Yilmaz diyar kir ku Midûrê Giştî yê Ceza û Girtîgehan Enes Yavuz Yildirim di îfadeya xwe de qet behsa mirin û binpêkirinên li girtîgehan nekiriye û pesnê xwe dide ku hucreyên yek kesî ji yên Ewropayê mezintir in, weke ku ‘mizgînî’ bide gotiye ku dê heta sala 2026’an 34 girtîgehên nû bên avakirin û got ku ev yek nayê qebûlkirin.

‘Bi teşxîsa penceşêra pêsîrê emeliyat bû’

Cuneyt Yilmaz bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya girtiya bi nexweşiya giran Fatma Ozbay û wiha got: “Fatma Ozbay li gel nexweşiyên pençeşêra pêsîrê, vertîgo, mîgren, fitiqa pişt û stû, di rûviyên wê de polîp, di stûyê wê de nodul û rûngirtina kezebê heye. Fatma Ozbay a ku ji ber nexweşiyê çavê wê emeliyat bû lê ji ber nebûna muayeneyên birêkûpêk, tedawî û lênêrînê rewşa wê ya tenduristiyê bi lez xira bû, ji bo jiyana xwe bidomîne pêdiviya wê bi piştgiriyê heye. Fatma Ozbay a ku di Gulana 2018’an de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmî ya Erziromê bi teşxîsa penceşêra pêsîra qonaxa 3’an emeliyat bû, singê wê yê çepê bi temamî hat jêkirin. Piştî emeliyatê tevî ku 8 seansên kemoterapî, 25 seansên radyoterapiyê û piştre jî derman hatin girtin jî girêk her ku çû belav bû.

Ji bilî bandorên neyînî yên şert û mercên girtîgehê li ser tenduristiya wê, tenduristî û jiyana Fatma Ozbay a ku ji Îlona 2023’an û vir ve ji bo kontrol û dermankirinê ranakin nexweşxaneyê, di bin tehdîdeke giran de ye û ji bo dermankirinê divê serbest bê berdan. Vê hefteyê di çarçoveya 639’an a Rûniştina F de; em bang li rayedaran û raya giştî dikin girtiya bi nexweşiya giran Fatma Ozbay û hemû girtiyên nexweş ên giran serbest bên berdan û mafê wan ê tenduristî û jiyanê biparêzin.”

Ji bo ku dereng nebe em bang li rayedaran dikin’

Di daxuyaniya birayê Fatma Ozbay de ev tişt hatin gotin: “Xwişka min bi pençeşêrê ketiye û bi jixwe em dizanin, tedawiya vê nexweşiyê li girtîgehê gelekî zehmet e. Em ji ber vê rewşê bi fikar in û ditirsin. Em ji wan dixwazin ku di zûtirîn demê de xwişka min berdin ji bo ku li derve dest bi dermankirina pêwîst bikin. Ger bernedin jî pêdivî heye ku bi rêkûpêk tedawî bibîne. Xwişka min bi giranî nexweş e. Ji bo ku dereng nebe em bang li rayedaran dikin.”