Xizmên Windayan: Ger aştî pêk were divê destpêkê daxwazên dayikan bi cih bên
Xizmên windayan û ÎHD’ê vê hefteyê aqûbeta kesên hatine windakirin pirsîn û xwestin faîl werin darizandin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku ger aştî pêk were divê daxwaza dayikên ku bi hesreta aştiyê ne bi cih bên.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250215-20250215-690x390cc-amd-15-02-2025-amed-kayip-yakinlari-836-hafta1-jfif-crdownload7ab7d6-image-jpgad3e7f-image.jpg)
Amed- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ di hefteya 836’emîn de hatin ba hev.
Daxuyanî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê hat dayîn û di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz ku di 20’ê Sibata 1994’an de li Pasûrê hatibû windakirin hat pirsîn.
Berteka ji bo avêtina qeyûman
Serokê Rûmetê yê ÎHDP’ê Akin Bîrdal di daxuyaniyê de axivî û anî ziman ku ji roja destpêka çalakiyan heta niha ji bo hafizayê zindî bihêlin her hefte çalakiyan li dar dixin. Akin Bîrdal bal kişand ser hevdîtinên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêk tên û xwest navek li vê pêvajoyê bê kirin. Akin Bîrdal da zanîn ku di dema hevdîtinan de tayînkirina qeyûman û binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin û ev pêkanîn li dijî pêvajoyê ne.
Bal kişand ser 15’ê Sibatê
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku 15’ê Sibatê di pirsgirêka Kurd de xwedî cihek girîng e û di salvegera Komploya Navneteweyî de bendewariyên ji bo çareseriyê hene û ger aştî pêk were divê daxwaza dayikên ku bi hesreta aştiyê ne bi cih bên.
Çîroka Mehmet Mehdî Akdenîz
Piştre parêzer Berfîn Elçî çîroka Mehmet Mehdî Akdenîz vegot. Çîroka Mehmet Mehdî Akdenîz wiha ye: “Di 20’ê Sibata 1994’an de bi qasî 200 leşkerên girêdayî Fermandariya Leşkeran a Navçeya Pasûrê di saet li derdora 14: 30’an de bi ser gundê Kerra yê Pasûrê de digrin. Hinek leşker dora gund digrin û hinek leşker jî dikevin nava gund. Leşker xwarinê ji gundiyan dixwazin. Ji ber ku wê demê gund tên şewitandin û valakirin gundî neçar dimînin daxwazên leşkeran bi cih tînin. Di serdagirtinê de leşker zextê li gundiyan dikin ku ji malên xwe derkevin derve.
Hat binçavkirin
Di dema serdagirtinê de Mehmet Mehdî Akdenîz ê 22 salî li gundikê Gergerê di mizgeftê de ye, leşker wî ji mizgeftê derdixin û tînin gund. Leşker hemû jin, zarok û gundiyan li nav gund kom dikin û agir bera malan didin. Leşkerek ku di destên wî de kaxizek heye navê 6 kesan dixwîne. Di kaxizê de navê Îrfan Akdenîz ê 18 salî, Mehmet Mehdî Akdenîz ê 22 salî, Ziya Çîçek ê 22 salî, Faîk Akdenîz ê 35 salî, Mehmet Şîrîn Allahverdî yê 35 salî, Halît Akdenîz ê 35 salî hatine nivîsandin û ev 6 kes li ber çavên hemû gundiyan rastî îşkenceyê tên. Piştre ji gundiyan dûr dixin û dibin pişta malekê. Du saet piştî serdagirtinê leşker 6 kesên din jî dibin gundikek din li wir li wesayîdê siwar dikin û dibin Pasûrê. Halît, Îrfan, Ziya û Mehmet Şîrîn piştî 18 rojan serbest tên berdan. Dema di bin çavan de bûne ji ber ku gundê wan hatine şewitandin malbatên 4 kesan koç kirine û çûne gundên din. Ziya Çîçek piştî serbestberdanê dibin leşkeriyê.
Kesên ji binçavan derketin gotin ku 5 rojan ligel Mehmet Mehdî Akdenîz li Fermandariya Leşkeran a Pasûrê bûne, li wir rastî îşkenceyên giran hatine û piştî 5 rojan Mehmet Mehdî Akdenîz dibin Fermandariya Leşkeran a Farqînê û careke din ew nedîtine. Ji 6 kesan Faîk Akdenîz digrin û dişînin Girtîgeha Tîp E ya Amedê. Li gorî gotina hinek şahidan; Mehmet Mehdî Akdenîz hefteyek li Fermandariya Leşkeran a Farqînê tê girtin û piştî hefteyekê wî dibin Fermandariya Leşkeran a Amedê.
Her wiha li gorî hinek şahidan Mehmet Mehdî Akdenîz li avahiya Fermandariya Leşkeran a Amedê bi Qudusî Adiguzel û Mîrza Ateş re hatiye dîtin. Piştî vê dîrokê careke din tu agahî ji Mehmet Mehdî Akdenîz nayê girtin. Malbatê gelek caran serî li Dadgeha Ewlehiya Bilind (DGM) a Amedê da her carê daxwaznameyên serlêdanê bêbersiv hatin hiştin. Di daxwaznameyek 11’ê Gulana 1994’an de bersiv tê dayîn û tê gotin ku li gorî belgeyên qeydê rastî navê vî kesî nehatine. Li ber çavên bi dehan kesan tê binçavkirin lê ev rastî tê redkirin. Hemû serlêdanên malbata Akdenîz bêbersiv dimînin. Malbat serî li DMME’yê dide û biryara îhlalkirinê tê dayîn.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.