AMNESTY li dijî cezayê darvekirinê bang kir
AMNESTY li dijî cezayê darvekirinê yên li ser Şerîfe Mihemedî bang li civaka navneteweyî, NY û YE’yê kir ku li dijî darvekirina Şerîfe Mihemedî helwest raber bikin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250215-20250213-20250213-20250213-photo-2025-02-13-14-53-13-jpga4819e-image-jpgfb23ed-image-jpg524876-image-jpg574684-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) li ser rupela xwe ya fermî ya medya dijîtal a Instagramê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ji aliyê rejîma Îranê ve, daxuyaniyek parve kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêwîste civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê li dijî cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî helwest nîşan bide.
Her wiha hate diyarkirin ku divê ev alî demildest daxwaz ji desthilatdarên Îranê bikin ku cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî were xirakirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecih e. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hênceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xira kirin. Herî dawî di 13’ê Sibatê de carek din cezayê darvekirinê li ser girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.