Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal birîndar bû
Di çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm li şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de polîsan êriş kir, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal di êrîşa polîsan de birîndar bû.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250215-20250215-000000-jpeg9da367-image-jpg3ebb65-image.jpg)
Wan – Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, li bajar çalakiyên protestokirinê destpê kir. Hema bêje li hemû kolanên bajar çalakî destpê kir, li gelek xalan pefçûnên bi êrişên polîsan destpê kirin di dome. Di dorpêça hatî jiyîn de Hevşaredarê bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin. Cardin Hevşaredarê Qelqeli yê Wanê Ecevît Ceylanci jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî di êrişa polîsan de birîndar bû û destûr nehat dayîn rakin nexweşxaneyê.