Jinên Tûnisê naxwazin sîstema Îranî li Tûnisê bê meşandin
Çalakvanên jin ên Tûnisê sîstema Îranî ku jin tê de bi koletî û bindestiyê re rûbirû dimînin, red kirin û bertekên xwe yên li hember pêkanîna vê sîstemê, nîşan dan û gotin: "Pêkanîna vê sîstemê wê felaketên mezin bi xwe re bîne."
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250215-20250214-almadt-mdlt-jpgc3e7c2-image-jpg200f31-image.jpg)
NEZÎHA BÛ SEÎDÎ
Tûnis – Di 9'ê Sibatê de panêlek bi navê "Rewşa jinan di ezmûnên Îran û Tûnisê de", li Tûnisê di nava çalakiyên hefteya çandî ya Îran û Tûnisê de hat lidarxistin. Ev panêl rastî nerazîbûna çalakvan û hiqûqnasan hat. Çalakvanan gotin ku dewletek kiryarê li dijî jinan dimeşîne çawa dikare panêlên bi vê rengî li dar bixe?
'Dê modernîteyek çawa ava bibe'
Endama komîteya Yekîtiya Afrîqiyayê ya Jin, Aşîtî û Ewlekariyê Selwa Qîqa diyar kir ku di hefteya çandî ya Tûnis û Îranê de mijara "Rewşa jinan di civaka nûjen de" û ezmûnên Tûnis û Îranê hatine nirxandin. Selwa got: “Li Îranê rewşa jinan tê niqaşkirin. Jîna Emînî ji ber redkirina hîzarê hat kuştin. Aktîvîst û hunermend Etîna Farqedanî jî, bi hinceta heqaret li rêberên netewî kiriye ji zanîngehê hat derxistin. Di heman demê de li zîndanan di kesayeta Pexşan Ezîzî de rojane jin tên êşkencekirin û biryarên darvekirinê derbarê wan de tên dayîn. Di nava van pirsgirêkan û kiryaran de wê moderînteyek çawa bê avakirin? Em dikarin behsa kîjan modernîteyê bikin?”
'Rastiya jinên Tûnis û Îranê ji hev cuda ne'
Selwa Qîqa destnîşan kir ku yek ji bingehên herî girîng ên modernîteyê, avakirina sîstemeke dewletî ya sivîl e ku ol û dewletê ji hev vediqetîne. Selwa wiha berdewam kir: “Prensîbên mafên mirovan û wekheviya di nava zayendan de pêk tîne û mafê cudabûnê diparêze. Jinên Îranê rûbirû bi koletî û bindestiyê re dijîn. Ji jinên Tûnisê re jî maf hatine destnîşankirin û têkoşînên xwe berdewam dikin ji bo bidestxistina wekheviyekê di zagon û rastiyê de. Her wiha jinên Tûnisê ji bo wekheviya di mîrasê de jî têdikoşin. Di vê rewşê de berawirdiya di nava jinên Tûnis û Îranê de çiye gelo? Hêzên kapîtalîst ji bo ku berjewendiyên xwe yên aborî û otorîter biparêzin, vê carê bi gelek rojevên siyasî yên ku hatin hilbijartin, meyla me ya ber bi modernîteya rastîn ve sînordar kirin."
'Li hember ferasetên paşverû bibin yek'
Selwa Qîqa diyar kir ku li hember vê hewldanê, hêzên sivîl dê bi yekdengiyê li ber xwe bidin, destkeftiyan biparêzin û bipêş bixin. Selwa Qîqa wiha got: “Li dijî zihniyetên paşverû yên ku jinan girê didin û rûmet û pîroziya fîzîkî û ehlaqî binpê dikin, serî rakin. Hêzên pêşverû yên li Tûnisê piştî serhildana 2012’an, bi biryardariyeke xurt û bi hewlên hevgirtî, şiyana xwe ya rûbirûbûna hemû hewldanên paşvexistina mafên bidestxistî, nîşan da. Li hember vê hewldanê, hêzên sivîl wê bi jinên Îranî yên ku bi bedêlên mezin bi yasa û siyasetên cudaxwaz û paşverû re rû bi rû ne re, bibin yek. Sîstema Îranî li Tûnisê pêk bê, ewê felaketên mezin bi xwe re bîne."
'Ev panêlek çandî nayê hesbandin'
Cîgira Yekem ê Hevbenda Parastina Mafên Mirovan a Tûnisê Necat El-Zimûrî diyar kir ku seroka zanîngeha El-Zehra ya Îranê Anîsa Xez Alî di panêlê de banga veqetandina jin û mêr li Tûnisê kiriye. Necat El-Zimûrî wiha got: “Mîna ku ev panêl dixwaze me bi salan an jî bi dehan salan paş de vegerîne. Ev ne panêlek çandî tê hesibandin, ew panêlek bîrdozî ye ku jehra rêjîmeke teokratîk belav dike. Sîstemeke li ser ne wekheviyê hatiye avakirin. Di nava jin û mêr de cudekariyê pêk tîne. Heya niha ev sîstem jnan recim dike û Îslama siyasî li dijî wan pêk tîne. Anîsa Xez alî di îsalmê de gelek hişk e, ew derfetê dide zewaca bi temen biçûk û pir zewacî. Ev kes ji bo mafên jinan tênakoşe."
'Hikûmet jî li hember vê panêlê bêdeng bûye'
Necat El-Zimûrî bal kişand ser dîroka jinên Tûnisê û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Tûnis her tim di baweriya wekheviya jin û mêr de bûye pêşeng. Lê em niha di qonaxek dîrokî û rewşeke siyasî ya dijwar re derbas dibin. Bi dîtina min ev panêl pirsgirêka cihêkariyê berdewam dike û me bi dehan salan paş de vedigerîne. Rola hikûmetê di lidarxistina van panêlan de li ku derê ye? Hîkumeta Tûnisê hemû maf û azadiyan misoger dike. Çawa ev panêl di nava bêdengiyeke tirsnak de derbas bû û heta niha ji aliyê Wezareta Jinê, Yekîtiya Jinan û heta Wezareta Çandî ve tu bertek nehatin nîşandan?"
'Dixwazin sîstema Îranê li Tûnisê jî pêk bînin'
Çalakvana sivîl Necat Ararî got ku panêlê li Tûnisê, tevliheviyek di nava çalakvanên jin û hiqûqnasan de çêkiriye û wiha berdewam kir: “Tûnis bi dîroka xwe ya tevgera femînîst û parastina mafên jinan tê nasîn, lê li Îranê mafê jinan di nava xeteriyan de ne û bi siyaseta tunekirinê re rûbirû dimînin. Ger em bixwazin li ser pêşketina civakê bisekinin, pîvanên ku dikarin werin pejirandin hene, ya yekem rewşa jinê ye û ya duyemîn jî bernameya perwerdeyê ye û ev welat bi rêya van bernameyan dixwazin çi bikin? Em çand û sîstema Îranî red dikin. Ji ber ku ew bi dijminatiya mafên jinan û mirovan tê nasîn."
Bertekên li hember panêla ku hatiye lidarxistin
Di bin sernavê “Ji propaganda siyasî ya di çalakiyên çandî de ne re na” de, çalakvanên civaka sivîl û pisporên medyayê bi rêya torên civakî daxwaznameyek kesên li dijî vê panêlê ne û tiştên ku tê de hene, belav kirin û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Her wiha komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê di bin sernavê "Du xetên hev nagirin, du projeyên ku li hev nagirin" de daxuyaniyek da. Komeleyê beşdariya Cîgira berê ya Serokomariya Îranê Anîsa Xez Alî a li vê çalakiya mijara çanda Tûnis û Îranê, şermezar kir. Anîsa xez Alî yek ji kesayetên ku bi rewakirina polîtîkayên zextê yên li dijî jinên Îranê tê naskirin e. Ew dixwaze siyaseta tunekirina jinan li Tûnisê jî bide avakirin û çarenûsa jinên Tûnisê wek jinên Îranê bike.