Şêniyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin
Bi deh hezaran şêniyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî meşiyan û ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan peyama domandina têkoşîn û berxwedanê dan.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250215-amt-7-jpg5f9eac-image.jpg)
Hesekê
Mîtîngê bi beşdariya bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê li ber Qada Azadiyê bi hilgirtina wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên YPJ û QSD’ê û dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” dest pê kir.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Rêveberiya Kongra Star a navçeya Şedadê Emîra Sead axivî û got: “Rêber Ocalan ji bo her ferdeke civakê hêvî ye. Dema komplo li dijî Rêber Ocalan pêk hat, rêbertî teslîm nebû, ji bo azadiya hemû civakê ji zihniyeta desthiltdar têkoşîna xwe bilind kir. Rêbertî bi fikrên xwe azad e, komplo û tecrîd nikaribû li ber belavkirina fikir û ramanên Ocalan bisekine. Şoreşa me bi pêşengiya jinan dest pê kir, îro li ser vê şoreşê jî pilan û êrîş hene lewma di vê pêvajoya hesas de pêwîstiya hemû jinên Sûriyeyê bi zanîna fikir û ramanên Ocalan heye ji bo ku em bi hev re Sûriyeya azad û demokratîk ava bikin. Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e, ji bo wê em ê 15’ê Sibatê veguherînin roja azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe.”
‘Çareserî li Îmraliyê ye’
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Aldar Xelîl bal kişand ser neçariya dewletên hegemon û baweriya wan bi çareserkirina krîza heyî ku bi destên Abdullah Ocalan e û wiha axaftina xwe domand: “Dewleta Tirk û hemû dewletên hegemon gihîştine wê baweriyê ku bê serok nabe lewma di nava vê krîza ku cîhan tê re derbas dibe de, li Îmraliyê vedigerin û riya çareseriyê ji Ocalan dixwazin. Peyama me jî ew e ku Sûriye bê projeya Rêber Ocalan nayê qebûlkirin û avakirin.”
Meş bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.
Dêrik
Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dêrikê bi armanca şermezarkirina salvegera komploya 15’ê Sibatê, bi dirûşma "Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo" li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger mitîngek li dar xist.
Di mitînga ku bi hezaran kes beşdar bûn de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên, "Bê Serok jiyan nabe" û "Azadiya Ocalan azadiya gelên herêmê ye" hatin berzkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Wefa Elî axivî û diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd û gelên cîhanê ya li dijî Komploya Navneteweyî wê heta azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome.
Wefa Elî, da zanîn ku riya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe û diyar kir ku ew ê bi têkoşîna xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin, civaka demokratîk a azad ava bikin.
‘Ev gel pêşeroja xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de dibîne’
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso jî di mitîngê de axivî û wiha got: "Em ji vir silavên xwe yên şoreşgerî ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin. Berxwedanê hemû komployên li dijî doza gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têk birin. Helwesta gel û beşdarbûna pêngavên ji bo azadiya Rêbertî hatine destpêkirin, ji civaka navneteweyî re peyameke zelal bû. Pêkhateyên herêmê yekitiya xwe pêk anîne û mafên xwe yên rewa dixwazin. Van gelan pêşeroja xwe di fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de dîtine û heta azadiya Rêbertî pêk bê ev gel wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Rêber Abdullah Ocalan bîrewer û fîlozofek e. Beriya her tiştî mirovekî aştîxwaz e, hêza wî heye ku gelek pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike."
Tebqa
Bi hezaran şêniyên kantona Tebqayê bi hemû pêkhateyên xwe, şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jinan, kesayetên olî, rêxistinên civakî û koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.
Girseya gel bi hildana wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vekirina pankartên "Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo û azadiya gelên têkoşer" ji pêşiya Sûka Taxa Ewil dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên "Gel azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixwaze" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin berzkirin.
Piştî meşa ku heta Çerxeriya El Hadirî ya li taxa Duyemîn (El Sanî) domiya, mitîngek hat lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a Kantona Tebqayê Riyad El Walî axivî.
Riyad El Walî got: "Vaye şêniyên Firatê derketine da ku bi yek dengî bibêjin; Na ji dagirkeriya Tirk re û na ji Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re."
Riyad El Walî anî ziman ku tevahî dewletên kapîtalîst beşdarî komploya li dijî rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan bûne û wiha domand: "Fikr û felsefeya Rêber Ocalan xizmeta kapîtalîzmê nake. Rêbertî banga xwişkîtî û biratiya gelan û wekheviya di navbera hemû beşên civakê de dike. 26 sal di ser Komploya 15’ê Sibatê ango roja reş re derbas bûn lê ev sal wê bibe sala aştî û hezkirinê; ji ber ku projeya Rêberê neteweyî û mirovî ye, Abdullah Ocalan ji pirsgirêka Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê re çareseriya herî guncaw e."
El Walî anî ziman ku gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê heya rizgarkirina herêmên dagirkirî û pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan be.
Heleb
Di bin dirûşma "Em roja qirkirina gelan plangeriya 15'ê Sibatê şermezar dikin" bi hezaran welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê daketin qadan û bi meşek komplo şermezar kirin, daxwaza azadiya rêbertî kirin. Meşê ji pêşiya eywana 8'ê Adarê ya ku dikeve taxa Xerbî dest pê kir û ber bi taxa Eşrefiyê ve domiya. Di meşê de al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe, azadî ji bo rêberê neteweyî" hatin berzkirin, li çerxeriya Zeytûn meş veguherî mitîngê, li wir li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Baran Dilbihar axaftin kir û diyar kir ku ew vê rojê şermezar dikin û ji komplogereran re dibêjin ku kes nikare roja wan tarî bike.
Qamişlo
Şêniyên bajarê Qamişlo û navçeyên girêdayî wê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya Însiyatîfa Gel komploya navdewletî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lidarxistin bi mîtîngekê şermezar kirin.
Mitîng li stadyûma şehîdên 12’ê Adarê hat lidarxistin û bi dirûşma “Em ê Roja Reş bikin Roja Azadiya Rêber Apo” bi tevlibûna bi hezaran kesan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Endamên Rêxistina Kongra Star û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan hat lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê, Foza Yusif axivî, komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got: “26 sal berê komplo pêk anîn ji bo ku îradeya me bişkînin. Lê berxwedana dîrokî ya Rêber Apo, berxwedana gerîlayên Kurdistanê û ya gelê me yê bi rûmet nehişt ku ew armanca wan pêk bê. Îro dewleta Tirk careke din neçar ma Rêber Apo muxateb bigre û bi Rêber Apo re dest bi diyalogê bike. Ji bo wê ev sekna bi rûmet û berxwedaniya 26 salan pîroz be.
‘Gelê me rê nade lîstikên qirêj’
Dewleta Tirk dixwaze bi şer pirsgirêkê çareser bike û îro bi hemû hêza xwe xwest tevgera azadiya Kurdistanê têk bibe. Lê em dibêjin ev gel di van 26 salên derbasbûyî de îsbat kir ku tu polîtîkayên qirkirinê û yên komkujiyê nikaribûn têk bibe. Îro berxwedana ku li Bendava Tişrînê didome, berxwedana şervanên QSD’ê îsbat dike ku êdî ev gel mirinê bêwate kiriye, ji bo wê jî ev polîtîkayên qirkirinê nema li ser me tên meşandin. Em ji dewleta Tirk re dibêjin êdî dema şer bi dawî bûye ji ber ku ev gel bi felsefeya Kurd û jinên azad hatiye perwerdekirin ev gel êdî xwedî nasname ye û hebûna xwe di tevahî Rojhilata Navîn de daye îsbatkirin. Em di vê rojê de dibêjin îro dest bi bêvajoyê hatiye kirin, ev pêvajo pêwîst e bi azadiya Rêver Apo tacîdar bibe. Ev gel hatiye vê peyamê bigre peyamê bide ku gelê Kurd û Rojhilata Navîn û baweriya xwe bi azadî û demokrasiyê tînin nema serokê sexte qebûl dikin. Ji bo wan azadiya Rêber Apo pîvan û serkeftina vê pêvajoyê ye.
Îro kurd di Rojhilata Navîn de bûne hêzeke mezin, siyasî û leşkerî îradeya xwe her roj diyar dikin kes nikare vê îradeyê înkar bike. Ev gel soz daye Rêber û şehîdên xwe ku heta serkeftinê mayînde bike dê ev berxwedan û têkoşîn berdewam bike.”
Mîtîng bi gerandina xelkên dîlanan û berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
Kobanê
Meş ji Qada Jina Azad destpê kir. Di meşa girseyî de wêneyên Rêber Apo û şehîdên ku bi dirûşmaya “Kes nikare roja me tarî bike” çalakî kirin, hatin hildan. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bêjî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan nabe”, “Kujer Erdogan” û “Berxwedan Jiyane” hatin berzkirin.
Di meşê de dayikan cil û bergên Kurdî li xwe kirin û ciwanan jî tîşortên ku wêneyên Rêber Apo li ser hene li xwe kirin.
Meşê heta dawiya kolana 48’an dewam kir, li wir deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Arîn Ehmed, Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û diyar kir ku ew ê roja reş bikin roja azadiya fizîkî ya Rêber Apo.
Arîn Ehmed, destnîşan kir ku dewletên faşîst hewl dan bi vê Komployê re gelê Kurd têk bibin û got, “Armanc gel û Rêber Abdullah Ocalan ji hev qut kirin bû. Wekî hûn dizanin 15`ê Sibatê di dîroka gelê Kurd de dîrokeke reşe. Gelê me yê hêja ji bo ku vê roja tarî ronî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin, li ber xwe dan. Rêber Abdullah Ocalan ev 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin.”
Arîn Ehmed, anî ziman ku dem hatiye azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe û got, “Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re wê aloziya li tevahî cîhanê çareser bibe. Wê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan re aştî û aramî li hevahî cîhanê pêk were.”
Meş bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok Jiyan nabe” û “Berxwedan Jiyane” bi dawî bû.