Xizmên girtiyan nobeta xwe li ber ATK'ê domandin

Xizmên girtiyan ya li Amedê ber Saziya Tiba Edlî ya hatin cem hev, bang kirin û gotin: “Em weke xizmên girtiyan bang li ATK’ê dikin; bila erka xwe pêk bîne”.

Amed - Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Amedê dabû destpêkirin, li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên gelek saziyên sivîl beşdarê nobetê bûn. Ji xizmên girtiyan Herdem Mervanî ya di daxuyaniyê de axivî, da zanîn ku gelek girtiyên ku rapora "nikarin li girtîgehê bimînin" girtine, bi biryarên ATK'ê nayên berdan.

“Bila ATK’ê dawî li vê neyartiyê bînê û bi erka xwe rabe” 

Herdem Mervanî bal kişand ku ATK'ê derbarê girtiyan de rapora "dikarê di girtîgehê de bimîne" dide û wiha axivî: "Em li vir carek din gazî ATK’ê dikin ku bila xwedî li erka xwe derkeve û wan raporan qebûl bike. Ev ne daxwaza me tenê ye îro hemû malbatên girtiyan, sazî, partî û rexistinên sîvîl dibêjin ku bila ATK wan raporan qebûl bike. Ji ber wê bila ATK cihêkariyê neke, bila dawî li vê neyartiyê bînê û bi erka xwe rabe.” 

Ji partiyên sîyasî re bang

Xizma girtî Nazîme Boltan jî diyar kir ku 8 mehin di nobetê de ne û wiha got: “Ger wijdana wan hebûya, wê ji vê rewşa me û zarokên me re çareseriyek dîtiban. Heta ku daxwazên me bên bicîh anîn çalakiyên me wê bidomin. Kurê min girtiyek nexweş e û 5 sal e di girtîgehê de ye. Heta ku ruh di me de hebe em ê li pey nobeda edaletê û zarokên xwe bin. Ez bang li partiyên siyasî dikim; dengê me bidin bihîstin. Em doza zimanê xwe û nasname xwe dikin. Em ê tucar ji Kurdbûna xwe poşman nebin. Ez bi Kurdbûna xwe ser bilindim. Li Tirkiyeyê edelet tuneye, ger hebûya girtiyên nexweş hatiban berdan.”

Daxuyanî bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.