Ji bo çareserkirina pirsgirêka ava Sineyê kampanyayek hat destpêkirin
Ev zêdetirî çar salan e ava vexwarinê ya paqij bi destên hemwelatiyên bajarê Sineyê nakeve. Bi kampanyayê, gel hewl dide ji bo vexwarina ava paqij vê pirsgirêkê çareser bike da ku hemwelatî bikaribin bi awayek hêsan bigihîjin ava paqij.
HÎMA RAD
Sine- Nêzî 4-5 salan e ava vexwarinê ya Sineyê ji ber tam û bêhna wê nayê vexwarin. Xelkê bajarê Sineyê ava vexwarinê ji bo pêwîstiyên xwe yên rojane bi zehmetî ji kaniyên derdora bajar tîne. Di heman demê de kampanyaya ava vexwarinê ya Sineyê ji komek kesên di nava çend salên borî de ei warê vê pirsgirêkê de şareza bûne pêk tê. Ji ber wê me hevdîtin bi berpirseke kampanyayê re der barê kar, çalakî û rêjeya serkeftinê de kir.
Kampanya bi temamî ji gel û rêxistinan pêktê
Endama sereke ya kampanayê ku ji ber sedemên taybet nexwest navê xwe bide K.F ji ajansa me re axivî û got: “Wekî tê zanîn ev nêzî 4-5 salan e ava Sineyê ya xwexwarinê ji ber tam û rengê wê xira bûye ev av nayê vexwarin. Li gorî fikrên gelek kesan pêşniyara damezrandina kampanyayê hate kirin ji bo ev pirsgirêka ava Sineyê were çareserkirin, nêzî 38 kesên xwezayî û werzîşî û çiyagerî û çandî amade bûn û em civiyan me biryara kampanyayê da. Gelek civîn ji bo diyarkirina armanca kampanyayê û tîmê taybetmend û destnîşankirina encumenan çêbûn. Kampanyayek encamgir û tîmên taybet ên pisporên avê hene ku piraniya wan ji welatên biyanî ne û jin û mêr jî tê de hene. Armanca yekem a vê kampanyayê ew e ku ava bendava Azad biçe Sineyê wek lûleyek rasterast biçe embara avê, armancek din başkirin û çareserkirina avê ye.”
Kampanya pêşî li çêbûna pirsgirêkên xwezayê digre
Endama kampanyayê da zanîn ku mijarên pêdeçûna kampanyayê, piranî li veguhestina avê di bendava Azadî de ji bo bendava Eşlax û palawgeke û sînordar nîn e ev pirsgirêk, tenê armanca kampanyayê zêdetir dikin û wiha got: “Me xwest em rêgirî li karesatên xwezayî bikin, ji ber bendava Jawe ev demek e tu berjewendiyên wê nîn e, ji ber bendav bi temamî kar nakin û tenê nêzî ji sedî 25’ê avê şaredarî çareser dike. Piştî demekê ji rûbarê Miçsu vala dike, ev jî dibe sedema karesatek xwezayî, bi taybetî navçeyên Hewreman û Lîx her wiha Sine. Yek ji pirsgirêka ava rûyê Serab Qamîşe li gorî fikrên min divê ava rûbar nekeve bendava Qeşalix û di heman demê de bendava Azad diçe nava kargeha çareserî, bendava Qişlaq jî pêdivî bi çêkirinê heye. Li gorî raporta kampanyayê, di meha Îlonê de derketina bendava Azad ji bo embara Sineyê dê were encamdan heta astekê wê pirsgirêka ava Sineyê çareser bibe.”