“JIN TV bi rengê jinan û bernameyên xwe yên zengîn bû mêvana her malê”

Di salvegera avakirina Kanala JIN TV a 4’emîn de jinên bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ew jî temaşevenên vê kanalê ne, li hemû jinan pîroz kirin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- JIN TV, bi armanca derxistina rastiya jinan û civaka Kurdistanê ji raya girştî re, xwe dispêre jinên ciwan ku piraniya wan xwendekar in. Hin ji wan wênegirên li pişt kamereyan in û yên din di warên nîgarkêşî, ronîkirin û sazkirina studyoyê de dixebitin. Di kanalê de rahênerên pispor ji bo hînkirin û perwerdekirina şarezayên medyayê ji bo hevkarên xwe yên tevli dibin tê destnîşankirin û ev yek ji bo hemû beşan derbasdar e. Di nava 4 salan de gelek pêşketin di kanalê de çêbûn û dem bi dem bernameyên wê zengîn û rengîn bûn ku êdî JIN TV dikaribû derbasî her malê bibe bi rengê xwe. Îro Kanala JIN TV dikeve sala xwe ya çaran. Salên xwe yên tijî ked û xebat derbas dike û dikeve sala xwe ya 5’emîn, der barê vê yekê de temaşevanên jin ên Kanala JIN TV nêrîna xwe ji ajansa me re parve kirin.

“JIN TV ji bo me jinan nasname ye”

Miezez Xelef ji bajarê Qamişlo wiha nêrîna xwe der barê avakirina kanaleke bi rengê jinan de got: “kalaneke jin û serbixwe ku jin tê de xebat didin meşandin li Rojavayê Kurdistanê hat avakirin, ji bo me  tevahî jinan cihê serfiraziyê ye. Kanala JIN TV bi endamên xwe yên ji jinan pêk tê xebat dide meşandin ji bo jinên her çar aliyên Kurdistanê. Di vê rewşa zehmet û şerê giran de kanaleke wiha ava bû ev ji bo me tê wateyeke mezin û pîroz, berî şoreşê tişteke wiha tunebû ku çapemenî û ragihandin bi rengê jinan, gelek baş bû heta ku gihîşt vê astê.”

Miezez Xelef bernameya ku herî zêde bala wê dikişîne di kanala JIN TV de anî ser ziman û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bernameya ku herî zêde bala min dikşîne û ez lê temaşe dikim bernameya (Jiyaneke bi wate) ye ku di vê bernameyê de bal tê kişandin ser keda jinên ku ji destpêka şoreşê û berî wê jî karê cebhewî dikirin û dev ji her tiştî berdabûn da ku armanca azadiya gel bi dest bixin. Di dawî de jî ez dixwazim salvegera JIN TV li jinên hemû cîhanê pîroz bikim û serkeftinê ji bo keda wan dixwazim.”

“JIN TV xîtabî hemû beşên civakê bi hemû pêkhateyên xwe yên cihêreng dike”

Rîma Xilêf jî ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ji pêkhateya Ereb e ku ew jî yek ji temaşevan û şopînerên Kanala JIN TV ye, got ku JIN TV xîtaba beşên civakê bi hemû pêkhateyên xwe dike û wiha dest pê kir: “JIN TV şopeke xwe ya mezin li ser civakê û bi taybetî li ser jinan hişt, ji ber ku xîtabî hemû beşên civakê bi hemû pêkhateyên xwe yên cihêreng dike û ya balkêş jî ew e ku bi zegîniya xwe û bernameyên xwe yên cur be cur dikare derbasî her malê bibe. Bi taybetî dema ku ev çapemenî jin tê de kar bikin dê neqşeya xwe hîn bêtir bixemlîne. Şerê ku niha li cîhanê diqewime, şerekî sar e bi riya ragihandinê ye her wiha şerê li ser jinan e, ji bo avakirina sazî, radyo, ajans û kanalên jinan gaveke girîng e. Jin rastî şîdet, tundî û îşkenceyê bi her cureyê tê ger kanaleke bi vî rengî nebûya dê bûyerên tundiya li ser jinan nehatina bihîstin û rastî derneketa holê.”

“Bernameya ku herî zêde bala min dikşîne Teratîl El- Yasemîn e”

Rîma Xilêf hezkirina xwe ya ji bo bernameya Teratîl El- Yasemîn anî ziman û da xuyakirin ku bi riya wê re jêhatî û hunerên jinan derdixin pêş û wiha berdewam kir: “Bernameya ku ez jê hez dikim (Teratîl El- Yasemîn) e ji ber ku di vê bernameyê de girîngî ji jêhatiyên jinan û hunera wan re tê danîn ku di riya vê bernameyê de huner û jêhatiniya wan ji civakê re tê naskirin û xuyakirin, di heman demê de ev bername dibe teşwîq ji jinên din re ku jêhatîbûna xwe derxin û veşartî nehêlin.”

Rîma Xilêf salvegera avakirina JIN TV pîroz kir û hêvî kir ku di salên pêş de serkeftinên mezintir bi dest bixe û wiha bi dawî kir:Ez salvegera avakirina kanala JIN TV ya 4’emîn pîroz dikim, jin roj bi roj xwe  bi pêş dixin û berhemên zengîn ava dikin, ji bo vê yekê jî ez bi hêvî me ku di sala pêş de em bername û mijarên hîn xweştir di kanalê de bibînin.”