Netewên Yekbûyî: Penaberên Libyayî ji bo pêdiviyên xwe yên bingehîn rastî destdirêjiyê hatin!
Di serdema ku em tê de jiyîn penaberî û kiryarên ku penaber pê re rû bi rû dimînin, rastiya bandora li ser jinan a şer û pevçûnên tên jiyîn bi aşkereyî radixe ber çavan. NY bi raporekê aşkere kir ku jinên penaber ên Libyayî rastî destdirêjiyê tên.
Navenda Nûçeyan – Li tevahî cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn yên herî zêde ji şer û pevçûnên bê sînor bandor dibin jin û zarok in. Polîtîkayên li ser Rojhilata Navîn ên mîna tunekirin, talan û qetlîaman birêve diçe, mîna polîtîka û ferzkirinên kuştin, qetilkirin û destdirêjiyê ya li ser jinan xwe dide der.
Mîsyona Dîtina Rastiyê ya Serbixwe ya Netewên Yekbûyî bi raporekê destnîşan kir ku penaberên jin ên Libyayî li hemberî pêwistiyên xwe yên bingehîn neçarî destdirêjiyê tên hiştin. Mifettîfên NY dan zanîn ku penaberên bi awayekê pergalî li Libyayê tên binçavkirin, bi taybetî jî jinên ku dixwazin xwe bigihînin pêdiviyên jiyanî li hemberî vê yekê rastî destdirêjiyê tên û îşkenceyê re rû bi rû dimînin.
Mîsyona Dîtina Rastiyê ya Serbixwe ya Netewên Yekbûyî di 29’ê Hezîranê de raporek weşand û di raporê de hat destnîşankirin ku jinên penaber bi taybet ji aliyê kaçaxçiyan ve bi armanca şantaja malbatên wan rastî destdirêjî û tûndiyê tên.