Erîv Qesebiyan: Tecrîda li ser Ocalan êrîşa li dijî destkeftiyên gelan e
Endama Rêvberiya Encumena Civaka Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Erîv Qesebiyan da zanîn ku Tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, rêgirtina li pêşiya Hevpeymana Civakî û demokrasiyê ye.
RONÎDA HACÎ
Hesekê-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve bi komployeke navneteweyî hat girtin û li Girava Îmraliyê di nava tecrîdeke pir tund û giran de dîl hatiye girtin. Her ku çû tecrîda li ser wî hat girankirin, mafê herî xwezayî yê her girtiyeke asayî ku hevdîtina bi malbat û parêzeran e jî bi hincetên bêbingeh tê binpêkirin. Têkildarî vê mijarê Endama Rêveberiya Encumana Civaka Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Erîv Qesebiyan axivî.
“Tecrîd projeya Neteweya Demokratîk û destkeftiyên gelan armanc dike”
Erîv Qesebiyan da zanîn ku armanca Tirkiyeyê bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan , tunekirina projeya neteweya demokratîk e ya ku bi fikrên Rêbertiyê hatiye avakirin û axaftina xwe wiha domand: “Tirkiye dixwaze destkeftiyên gelan têk bibe her wiha projeya neteweya demokratîk û wekheviya gelan têk bibe. Yê ev proje danî rêbertî bû. Ji bo wê jî naxwazin rêbertî ji zindanê derkeve, da ku gel ji her pêkhate mafên xwe bi dest nexin û rê li ber rûniştandina Hevpeymana Civakî were girtin, gavên ku li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên avêtin ne li gorî berjewendiyên hêzên desthilatdar in ji bo wê dixwazin di şexsê Rêber Apo de rê li ber pêşketin û gavên serkeftinê bigrin lewma tecrîdê giran dikin.”
“Felsefeya Ocalan hêz û îradeya jinan ava kir”
Erîv Qesebiyan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tekane rêberê e ji bo azadiya jinan bang kir û tekoşîn da meşandin û wiha axaftina xwe domand: “Wek jinên Ermen ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê heta ku Rêber Ocalan bi fizîkî azad nebînin em ranawestin. Çimkî yê ku hêza jinan ava kir û derfet da bibin xwedî fikir û felsefeyeke azad rêbertî bû. Îro rêxistinbûyîna me wekî jinên Ermenî di hundirê meclisa Civaka Ermen de bi saya felsefeya Ocalan bû, gelê Ermen deyndarê vê felsefeyê ye ji ber ku bi vê felsefeyê me dijmin, dîrok, çand û zimanê xwe nas kir. Ji bo wê jî em ê her dem ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîn û berxwedana xwe zêdetir bikin.”
“Dewleta Tirk a dagirker siyaseta qirkirinê ya desthilatdariya Osmanî berdewam dike”
Erîv Qesebiyan bal kişand ser komkujiya Sêfo û teqez kir ku dewlea Tirk siyaseta qirkirinê ya Osmaniyan berdewam dike û wiha domand: “Di komkujiya Sêfo de desthilatdariya Osmanî nêzî 250 kesên fîlozof, siyastmedar, kesên navdar û rewşembîr hedef girt û wan darizand. Îro jî dewleta Tirk a dagirker bi girankirina tecrîda li ser Rêber Ocalan siyaseta qirkirin û hedefgirtina mêjiyê civakê berdewam dike. Em dibînin tecrîda ku îro li ser Rêbertî pêk hatiye li ser tevahî gelên herêmê ye û êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewama planên komploya li ser Rêbertî ye. Ji ber ku bi van êrîşan dixwazin rê li ber belavbûna felsefeya azad bigrin. Em wekî jinên Ermen banga azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan dikin.”
Erîv di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bêdengiya dewletên cîhanê û rêxistinên mirovî li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan û êrîşên ku pêk tên berdewamkirina komploya 1999’an e.