Wêneyek ji siyasetmederên jin ên girtî
Siyasetmedarên jin ên Kurd Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag û rojnameger Gazel Bulut ji girtîgehê wêneyek bi hev re parvekirin.
Navenda Nûçeyan – Evîn Jiyan Kişanak a keça Hevseroka Şaredariya Amedê ya berê Gultan Kişanak a li Girtîgeha Kandirayê tê girtin li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal wêneyek hevpar a siyasetmedarên jin ên Kurd Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag û rojnameger Gazel Bulut parvekir.
Evîn Jiyan Kişanak bi pêyama “Şefê orkestrayê Gultan Kişanan, feman Fîgen Yuksekdag û flût Gazel Bulut silav û hezkirinên xwe parve kirin” parve kir.