Meclisa Malbatên Şehîdan a kampa Serêkaniye êrîşên dewleta tirk şermezar kir
Meclisa Malbatên Şehîdan a kampa Serêkaniyê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û êrişên dewleta tirk şermezar kirin.
Hesekê - Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û êrîşên dewleta tirk a dagirker a ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û xaka Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kirin, di daxuyaniyê de dayikên aşîtiyê jî amade bûn.
Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Nalîn Biro ve hate xwendin.
Nalîn têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de wiha got: "Tecrîda li ser Rêber Ocalan pêk tê li dijî mirovahiyê ye. Êrîşên dewleta tirk a li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û xaka Başûr xwedî yek armancî ye, dixwazin îradeya gelan binpê bikin û rê li ber belavbûna felsefeya Rêbertî bigrin. Êriş, tecrîd, dagirkerî û bêdengiya hêzên navdewletî berdewama komploya 1999’an e. Em wekî Meclisa Malbatê Şehîdan bi tundî planên qirkirinê û tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin."
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.