Tîma Karûbarên Jinan perwerdeya li ser pêşengiya beşdar û însiyatîfa civakê bi dawî kir
Bernameya perwerdeyê ya ku ji aliyê Navenda Karûbarên Jinan ve hat lidarxistin, bi amadekirina sê însiyatîfên civakî bi dawî bû.
Xeza - Bernameya perwerdeyê ya ku ji aliyê Navenda Karûbarên Jinan ve hat lidarxistin û 6 rojan dom kir, bi amadekirina sê însiyatîfên civakî yên bi mebesta bilindkirina rola pêşengiya jinan, zêdekirina kapasîteya wan a berpirsyariya civakî û bi hêzkirina wan a di cihên biryardanê de bi dawî bû.
Endama Desteya Rêveber a Tîma Karûbarên Jinan Îbtîsam Zêdan bixêrhatina beşdaran kir û bal kişand li ser rola sereke ya karmendan di pêşxistina beşdariya siyasî de bi rêya avakirina kapasîteya ji bo bêşengên jin û lobîkirina yasa û siyasetên ku beşdariya berfireh a jinan garantî dike.
Di dawiya rojên perwerdeyê de Rêvebera Giştî ya Navenda Karûbarên Jinan Nataşa El-Xalidî li beşdaran û bandora perwerdeyê li ser wan guhdarî kir.
Koordînatorê projeyê Afaf Zebda diyar kir ku perwerde bi bandor û erênî derbas bû û gelek mijar tê de cih girtin.
Projeya ku dê heta dawiya sala 2022'an bidome, her wiha rêzeçalakiyên curbecur, serdanên meydanî, civîn û komxebatan dihewîne, ji bilî pêkanîna kampanyek medyaya navendî û lêkolînek li ser kêşeyên li pêşiya jinan di beşdariya siyasî de.