Safiye Alagaş: Tu hêz û tu zilm nikare pênûsa jinan bişkîne
Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş a beriya demekê hat girtin, di peyama xwe de wiha got: "Divê bê zanîn ku tu hêz û tu zilm nikare pênûsa jinan bişkîne. Em rojnamevan in û em ê rojnamevantiya xwe bidomînin.”
Navenda Nûçeyan - Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di encama lêpirsîna ku hat destpêkirin de di 8'ê Hezîranê de 20 jê Rojnameger, bi ser malên 22 kesî de hat girtin û hatin binçavkirin. Piştî binçavkirina 8 rojan sewqî edliyeyê hatin kirin û di 15'ê hezîranê de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" Mudura Ajansa Jinnewsê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firtatê (DFG) Serdar Altan, Mudurê Karên Nivîsê ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç û rojnameger Omer Çelîk, Zeynel Abîdîn Bulut, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn hatin girtin.
“Tu hêz û tu zilm nikare pênûsa jinan bişkîne”
Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, ji Girtîgeha Jinan a Amedê ku lê girtî ye peyam şand. Peyama Safiye Alagaş wiha ye: "Di serî de dixwazim bibêjim ku em gelek baş in û moralê me li cih e. Rojnamegeriya ku me dikir sûc hat dîtin û em hatin girtin. Lê divê bê zanîn ku tu hêz û tu zilm nikare pênûsa jinan bişkîne. Em rojnamevan in û em ê rojnamevantiya xwe bidomînin. Em ji her kesên ku piştgirî da me re spas dikin. Bi hêviya ku em di rojên azad de hev bibînin bimînin dixweşiyê de..."