Qetilkirina xwendekarek zanîngehê bû sedema hêrsa gelê Urdunê

Xwendekara zanîngeha taybet a li bakurê Amanê li Urdunê Îman Arşîd ji aliye kesekî nenas ve hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Piştî çend rojan ji qetilkirina xwendekara Misrî Nîra Eşref a 21 ku ji aliyê xwendekarekî ve bi amûreke tûj hat qetilkirin, xwenekara Urdunî Îman Arşîd jî ji aliyê kesekî nenas ve bi guleyan hat qetilkirin.

Piştî qetilkirina xwendekara zanîngehê Îman Arşîd, Midûriyeta Ewlekariya Giştî ya Urdunê daxuyaniyek da û tê de wiha got: "Li zanîngeheke taybet a li bakurê paytextê kesekî gule li xwendekara zanîngehê reşand. Piştre ew rakirin nexweşxaneyê û kiryar reviya û lêkolîn ji bo diyarkirina nasnameya wî, girtina wî dest pê kir. Lê ji ber xwendekara jin bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da."

Heya niha jî kujerê nenas reviya ye û sedemên pêkanîna tawanê jî nehatine zanîn.

Vê bûyerê hêrsa Urduniyan û pêşengên malperên tora civakî zêde kir ku wêneyê Îman Arşîd û hashtag (# Bidarvekirina Kujerê Îman Arşîd) belav kirin û ev tawan şermezar kirin.

Rêveberiya zanîngehê di daxuyaniyeke fermî de wiha got: "Zanîngeh soz dide ku hemû kesên bûne sedema vê bûyera bi êş dê bên dadgehîkirin."