Neteweyên Yekbûyî: Meha bê dê li Etiyobyayê birçîbûn dest pê bike
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku dê birçîbûn meha bê dest pê bike, ji ber ku zêdetirî 20 mîlyon Etiyobî li bakur bi pevçûn û li başûr bi heşksalî û kêmbûna xwarinê re rû bi rû ne.
Navenda Nûçeyan - Pevçûn, guherîna avhewa û zêdebûna bihayên xwarinê dihêlin ku Esiyobiyayê bi birçîbûnê re rû bi rû bimîne. Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Bernama Xwarinê ya Cîhanî tekez kir ku pevçûn û hişksalî bûye sedema bilindbûna enflasyonê û di Nîsana borî de, endeksa bihayê xwarinê li Etiyobyayê li gorî heman meha sala borî ji sedî 43 zêde bû.
Li gorî Bernameya Xwarinê ya Cîhanî, 19 mehên şer hişt ku zêdetirî 13 milyon kes li bakur bi hewceyî alîkariya mirovî ya xwarinê ne, zêdetirî ji sedî 20 ji zarokan û nîvê jinên ducanî li herêmê tûşî kêmxwarinê dibin û li başûrê rojhilatê Etiyobyayê bi texmînî 7.4 mîlyon her roj ji birçîna şiyar dibin.