UNICEF: Jiyana 8 milyon zarokan di xeteriyê de ye
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku jiyana 8 milyon zarokên 5 salî û jê biçûktir, di xeteriyê de ye.
Navenda Nûçeyan- Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hişyarî da ku derdorê 8 mîlyon zarokên 5 salî û jê biçûktir, di bin xeteriya ji birçûne mirine de ne. Zarokên ku rîska herî giran li ser wan heye, li 15 welatan e ku xurek lê kêm e. Afganistan, Etiyopya, Haîtî û Yemen ji van welatan e.
UNICEF'ê diyar kir ku ji bo van welatan pêwîstî bi alîkariya xurekê ya lezgîn û alîkariya tibî heye û ragihand ku hejmara zarokên metirsî li ser wan heye, her kêlî zêde dibe.
UNICEF'ê weke yek ji pirsgirêkên sedema vê rewşê jî zêdebûna buhayê xurekê yê ji ber şerê Ûkraynayê nîşan da. Her wiha germahiya global, ziwatî û bandora şewba Covîd-19 jî weke çend ji van sedeman hatin diyarkirin.
Di daxuyaniya UNICEF'ê de ji welatên G7 1.2 milyar dolarî hate xwestin, ku alîkariya van welatan bê kirin.