“Em li vê derê ne, dê li vê derê bin”

Gelek rojnamegerên ku bi pêşengiya MKGP û DFG'ê li hev civiyan bi daxuyaniyekî girtina 16 hempîşeyên xwe yên li Amedê şermezar kirin.

Stenbol- Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), ji bo 16 rojnamevanên kurd ên di 16’ê hezîranê de li Amedê hatin girtin, li Meydana Şîşxaneyê daxuyanî çapemeniyê dan. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ANYAKAYDER), DÎSK, MLSA û gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên rojnamegerên hatine girtin hatin hilgirtin û pankarta "Çapemeniya azad nikare bêdeng bê hiştin" hat vekirin. Dowizên "Generalên biçûk ên Apê Mûsa li vir in", "Pênûsa heqîqetê nayê şikandin", "Em serî natewînin" hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên "Zext nikarin serî bi me bidin tewandin","Em bêdeng namînin natirsin serî natewînin" hatin berzkirin. 

Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê rojnamevan Dûrket Suren û daxuyaniya bi tirkî jî ji aliyê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever ve hat xwendin. Beriya daxuyaniyê nûçegihana JINNEWS’ê Nişmiye Guler axivî û behsa zextên li ser rojnamevanan kir û xwest rojnamevanên hatin girtin tavilê bên berdan. 

Daxuyaniya ji aliyê Dûrket Suren ve hat xwendin wiha ye:

“Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku hem li welat û hem jî li derveyî welat krîza rêvebirinê dijî; amûrên şer, zext û zorê têxe meriyetê û dixwaze bi vê rêbazê xwe ji vê krîzê xelas bike û civakê bêzar bike. Hewl didin hemû derdorên ku van polîtîkayên wan red dikin û wekî wan nafikirin jî bi rêya darazê ku xistiye bin tehekûma xwe têxe bin kontrola xwe. Desthilatdariya ku hemû dengên li dijî krîza aborî, li dijî polîtîkaya wan a nirxên civakê dirizîne, li dijî siyaseta sûc, şer, şêlandin û talankirinê derdikevin bo xwe weke ‘dijmin’ dibîne, êdî winda dike. Her ku winda dike jî amadekariyên xwe yên êrişan ên li dijî muxalîf û derdorên din zêdetir dike. Desthilatdarî, hewl dide bi rêya hilbijartin û şer re desthilatdariya xwe mayînde bike. Di pêvajoyeke wiha de armanc dike ku hemû kesên li hemberî wan serî natewînin, yên ku li gel bedelên giran jî li pey rastiyê digerin, di serî de çapemeniya azad ên ku karê xwe li gorî rûmeta pîşeya xwe dikin û xwedî li mafê agahîgirtinê yê civakê derdikevin ku nikarin têxin bin kontrola xwe, bêzar bikin.  

“Dixwazin dengê gelê Kurd qut bikin”

Ji ber van sedemane ku di 8’ê hezîranê de 20 kedkarên çapemeniya azad ên kurd hatin binçavkirin. Ev roj, weke şerm û qirêjiyeke mezin di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Saziyên ku tê de dixebitiyan hatin dorpêçkirin, dest danîn ser alav û amûrên wan. 8 rojan di bin çavan de man û piştre jî 16 hevalên me bi awayekî neheq û derhiqûqî hatin girtin. Ev jî besî wan nebû ku çapemeniya AKP-MHP’ê hevalên me hedef girt! Em ê nekevin nava wê hewldanê ku bibêjin hevalên me rojnameger in. Ji ber ku rojnameger bûn lewma hatin girtin. Ne tenê hevalên me hedef hatin girtin, azadî û rojnamegeriya wan nabe rojnamegerî bixwe! Bi vê operasyonê xwestin ku dengê gelê kurd ku hebûna wan tê înkarin, rastî her cureyên zext û zorê tên û li dijî vê têdikoşe, dengê hemû bawerî û bindestên din, dengê jin, zarok, ciwan û hemû derdorên li derveyî civakê hatine hiştin jî qut bikin da ku ev deng neyê bihîstin!  

“Em li vê derê ne, dê li vê derê bin”

Bêguman weke şopdarên kevneşopiya çapemeniya azad, şopdarên APÊ MÛSA, şopdarên Gurbetellî Ersoz ku bûye sembola rojnamegeriya serî natewîne, weke kedkarên birûmet ên çapemeniya azad, weke rêhevalên Cengîz Altûn, Ersîn Yildiz û hêj gelek ên din, em di ferqa vê rastiyê de ne. Li gel hemû zextan jî her ku diçe em bihêztir dibin, zêdetir dibin û hîn bêhtir xwedî li pîşeya xwe derdikevin. Mîna hevalên me yên hatine girtin... Em li vê derê ne, dê li vê derê bin û her çend ku hevalên me li hundir bin jî em ê li derve dev ji nivîsandinê bernedin. Em, xebata di nava çapemeniya azad de bo xwe weke rûmetê dibînin û dê bibin dengê wan, civak û heqîqetê.

“Heta ku em hevalên xwe dîsa ji wan distînin dê têkoşîna xwe bidomînin”

Bi salan berê dema rojnameya Ozgur Ulke hat bombekirin, manşeta ewil a rojnameyê ev bû: “Ev agir dê we jî bişewitîne.” Ev welat ji wê rojê heta niha dişewite. Me her tim got û dibêjin ku ev zextên heyî dê tenê bi çapemeniya azad re bisînor nemînin. Qanûna sansûrê ku dixwazin îro bînin, berdewamiya vê operasyonê ye. Heta ku em hevalên xwe dîsa ji wan distînin û azadiya çapemeniyê pêk tê jî dê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bêdeng nemînin!”

Piştî daxuyaniyê endama Desteya Rêveberiya Basin-Îşê ya girêdayî DÎSK'ê rojnamevan Canan Yildiz û Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîrogolu jî axaftinên kurt kirin û girtina rojnamevanan şermezar kirin.